Şer û koçberî: Divê her kes aktîf rola xwe bilîze

  • 09:04 6 Kanûn 2024
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Şerê li Rojhilata Navîn didome û di encama vî şerî de civaka ku tê koçberirin texrîbatên mezin yên civakî dijîn. Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal der barê mijarê de axivî û got: “Şer texrîbatên mezin li ser mirovan dike. Li dijî vî şerî divê her kes dengê xwe bilind bike rola aktîf bilîze.”
 
Êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê de ye didome. Êrîşên  li hember qadên sivîl didomin û jin, ciwan, zarok û kal û pîr tên qetikirin. Bi hezarna kes neçar man koçber bibin û di konan de dijîn. Bertekên li dijî êrîşan her diçin mezin dibin. Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal der barê mijarê de axivî.
 
Kamîle Kandal da zanîn ku yek ji mijara herî girîng a salên dawî ya li cîhanê pisgirêka penaberan û ekolojiyê ye û wiha got: “Sedema van pisgirêkan jî şer e.Penaber û koçber ji ber zext û xiznaiyê ji cihên xwe dibin û li cîhanê digerin. Li Rojhilata Navîn ji ber şerên tên jiyîn bi mîlyonan kes koçber bûne. Herêm bûye navenda şerên hêzê û parvekirinê. Mixabin ev jî nîşan dide ku demek kurt de nayê çareserkirin.”
 
‘Şer rê li ber travmayan vedike’
 
Kamîle Kandal balkişand ser bandora li ser civaka ku bi zor hatiye koçberkirin û wiha anî ziman: “Nirxên mirovahiyê, têkiliyên civakî, dikin qurbana berjewendiyên dewletan û şerên mezheban. Şer paçeyeke qirkirina çandiye. Gelên herêmê bi winsahiyên civakî û hilweşîna civakî re rû bi rû tên hiştin.Mirov bi girseyî ji warên wan tên derxistin, bi zor didin koçberkirin, dixwazin sazbûna demografîk biguherin.Bandora hilweşînên civakî û çandî travmayên psîkolojîk dide jiyîn.”
 
‘Şer wê bandora xwe li her nifşî bike’
 
Kamîle Kandal daxuyakirin ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe hewl dide penaberan şûnde bişînin û ev nirxandin kir: “ Bi qanûna îltîcayê, riya başkirina mafên penaberan nayên tercîhkirin. Lê li şûna polîtîkayên şer, vegera li polîtîkayên aştiyê û jiyankirina nirxên mirovahî ya gerdunî, çareseriya esas e. Şerên tên jiyîn rê li ber hilweşîna civakê, ekolojiyê vedike. Şer û koçberî rê li ber texrîbatên giran vedike. Em ji kurahî vê hilweşînê hîs dikin. Wê psîkolojiya şer bandor li serçend nifşên din jî bike.”
 
 
‘Divê her kes hestiyar tevbigere’
 
Kamîle Kandal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yên koçber dibin  di şertên giran de neçar dimînin bijîn. Şert û mercên wan bên başkirin jî her tim bi tirsa ku wê şûnde bên vegerandin dijîn. Polîtîkayên şer yên îro tên meşandin, şerma vê sedsalê ye.  Cîhan li dijî van şeran temaşevan dimîne. Ev jî nîşan dide ku wê hîna rakirina mafê mirovan bidome. Di asta netewî, herêmî û global de divê hemû rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan û siyasî zêdetir deng derbixin û rola xwe aktîf bilîzin. Hewcedariya cîhanê bi aştiyê heye.”