Tevî ambargoyê rastiya gelê ku nehat veşartin: Mexmûr

  • 09:02 6 Kanûn 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Tirkiye û hêzên hevkar ên herêmî ditirsiyan ku ev pêkhateyên azadîxwaz û berxwedanê yên gelê wargehê bandorê li gelê Başûr bikin û bi rêxistin bikin. Ev tirsa desthilatdaran ew hişt ku her cure zextan li ser wan bikin û bi hemû rêbazan hewl dan ku bi gelê Başûr re têkiliyan deynin pêşiya wan."
 
Berwar Avent
 
Gelê Botanê di 1994’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hat koçberkirin û bi têkoşîna jiyanê ya zehmetre hatine rû hev. Têkiliyên di koçberiyê de ava kirine, civakîbûna nû ya ava kirine em ê vebêjin. Bîranînên ji gundê wan ji bajarên wan durxistin her tim ji bo wan birînek vekiriye. Ev birîn hîna bi çavên kal û pîrên wan re tên dîtin. Di şevekê de bi êrişên faşîzan re hatin rû hev. Hinek di xew de, hinek li ser kar, hinek li ser sifreyê bû. Gelek caran zarokên xwe bi zor ji agir xilas kirin. Zarokên wan hembêza wan de koçî Başûr kirin. Rastiya dijminahiya li hember Kurdan nas dikin û li aliyê din jî êşek mezin dijîn. Ji ber vê ye ku îro gelê Mexmûrê bi berxwedana xwe dertê pêş.
 
Yên li Mexmûrê bi cih bûn ji gelê Şirnex û gund û bajarokên sînorê bajarên Colemêrgê pêk tên. Ji ber nêzîkbûna erdnîgariyê ji gelê Başûr pir bandor bûne. Berê Zaxo û Amediyê navendên dan û standin û bazirganiyê bûn. Berhemên diçandin, hildiberandin, sewalên xwedî dikirin dibirin difrotin û hewcedariyên xwe digirtin. Her wiha têkiliyên wan yên civakî jî pêş diketin û heman kevneşopî parve dikin û axaftinên wan dişibiyan hev. Di alî siyasî de jî bi bandor dibin û di gelek qadî de ji hev bandor dibûn. Di serê salên 1990’î de dema gel koçber bû hembêza xwe ji wan re vekirin û trajediya hatiye jiyîn ew zêdetir bi hev girêdane û têkiliyên wan xurt kirine.
 
Gelê Başûr, yên ji Bakur hatibûn pêşwazî kirin û piştevanî û piştgirî nîşan dan. Dema nû koçberî çêbû, li gundê Şeranîşê bicih bûn û PDK’ê destur nedabû. Lê tevî vê keşîşê dêra Şeranîş destûr da gel li erdên dêrê bicih bibin û alîkarî dabûn wan. Destpêkê de nêrîna wê piştevanî bi rihê seferberiyê bê meşandin hebû. Lê her her malbatek ji aliyê xizmên xwe nêzî xwe ve alîkariyê bibîne jî ev veneguherî xwedîderketinek girseyî. Hêzên deshilatdariyê jî xwestin vê tora piştevaniyê qut bikin. Hewl dane vê dostaniya dîrokî a navbera gelan de desteser bikin. Bi vî awayî jî berê  têkiliyên civakî yên xwezayî yên bi gelê Başûr re guherîn. Têkiliyên bi zext û qedexeyan teşe bûn, li ser zemîna siyasî û ewlehiyê teşe bûye.
 
Rêveberiyê hedef kir ku kesên ji Bakur hatine bikin bin kontrola xwe û li cihên cuda yên Başur bicih bikin.
 
Etruş
 
Yên ji Bakur koçber bûn fêm kirin ku jiyanek bê rêxistin ji mirinê wêdetire. Gelê ku koçbr bibû, hîn baldartir tevgeriya. Ji bo vê biserbixîne jî divê têkiliyên xwe yên hundir sererast bikira. Biserxistina vê jî ji perwerde û rêxistibûnê derbas dibû. Bi tecrubeya ji Bakur girtibûn û bi çavdêriya ji Başûr fêm kiribû wê biser bixînin. Piştî ku bi têkiliyên Komîseriya Bilind a Parastina Koçberan a Neteweyên Yekbûyî û rewşa koçberiyê ya ku bi çalakiyên organîze û bi taybet bi greva birçîbûnê hate qebûlkirin, li qada bi navê Etruş ji bo vê yekitî û jiyana hevpar a kolektîf, fikra ku wê ji bo vê yekitî û jiyana hevpar bibe cihekî guncav, serdest bû. Ji aliyê gel ve hat pêşxistin, îmkana jiyana hevpar a li kampa Etrûşê bi dest xist. Ruhê berxwedêr û hêza pêşeng a vî gelî ku li zozanên herî dûr ên herêmên Botan û Colemêrgê yên li ser zincîre çiyayên Zagrosê jiyaye, bi aqilmendiya wî ya civakî re tevdigere. Xebatên avakirinê bi wê baweriyê dest pê kir ku bi hevrekirina zanîn û jîrmendiya xwe, modelên jiyanê yên nû li vir werin ceribandin û têkiliyên nû yên jiyanê pêş bikevin û li herêmê belav bibin.
 
Gelê wargehê ku ji bo hemû jiyana xwe li Etrûşê birêxistin û ava bike hewl da, bi sazî, rêxistinên derve û gund, bajarok û şêwazên civakî yên derdor re têkiliyên rêxistinkirî pêş bixin. Ji ber vê yekê ji bo sivikkirin û rakirina pêwîstiya sazîbûna rêxistinî û zextên ji derve tên kirin, xebat hatin destpêkirin. Ji bo dostaniya bi gelên derdorê re komîteyeke têkiliyên derve hat avakirin û di nava vê saziyê de jî heyetek ji kesên ku di warê civakî de tên qebûlkirin û rêzdar, serokên eşîran, rewşenbîr û hwd li gund û bajarên derdorê pêk dihat. Têkiliyên bi mirovan re baştir bûn. Wan bi girêdana têkiliyên xwe yên civakî bi helwestên xwe yên siyasî re dest bi pêkanîna qaîdeyên nû kirin. Ev adetên jiyanê bi demê re pêş ket, û wî rêgezên exlaqî zêdetir bi adaptekirina şert û mercên ku tê de dijiya pêş xist. Di demeke kin de wan karî bala gelê herêmê bikşînin û têkiliyên dostane yên bi bandor saz bikin.
 
Hêzên weke PDK'ê yên ku ev bûyer dîtin, nerehetiya xwe bi zelalî anîn ziman. Yek ji sedemên ku Etrûş jî di nav de gelek niştecih di nava salekê de bi tundî û zorê hatin guhertin, bandora têkiliyên dostane yên bi civakên derdorê re çêbû. Tirkiye û hêzên hevkar ên herêmî ditirsiyan ku ev pêkhateyên azadîxwaz û berxwedanê yên gelê wargehê bandorê li gelê Başûr bikin û bi rêxistin bikin. Ev tirsa desthilatdaran ew hişt ku her cure zextan li ser wan bikin û bi hemû rêbazan hewl dan ku bi gelê Başûr re têkiliyan deynin pêşiya wan.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya bê pêş wê bi sernavê ‘Mexmûr’ bê weşandin.