
Çalakvanên Bendava Tişrînê: Ji bo Rojava serî hildin
- 15:02 6 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Ji bo Rojava serî hildin" gelê kantona Cizîrê li Bendava Tişrînê çalakiyek li dar xist. Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin.
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê dar xistine.
Çalakî bi koma xelkê ji Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa dewam dike.
Nobedarên bendavê pankarta "PISE UP 4 ROJAVA" an ku "Ji bo Rojava serî hildin vekirin".
Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin.