Ji Rêxistina Sara komxebat

  • 15:50 6 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Star a Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi armanca nîqaşkirina girîngiya azadiya jinan û rola wan di civakê de komxebatek li dar xist.
 
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Helebê komxebatek li dar xist. 
 
Komxebat bi sernavê "Jin bingeha şaristana Rojhilata Navîn e" li Hola 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de 2 mijar hatin şîrovekirin û nîqaşkirin.
 
Endama Rêxistina Sara Heyfa Hisên mijara yekemîn û endama Meclisa Kongra Star Xedîce Kor Hec jî mijara duyemîn a komxebatê bi rêve birin. Di komxebatê de bal hat kişandin ser pêvajoyên şikestina jinan ku bi serdema sumeran ve dest pê kir. Hate diyarkirin ku divê têgeha azadiya jinan bi awayê xwe yê rast were nasandin. Her wiha hate gotin, têgeha azadiya jinan tê wateya azadiya wî ya fikirî û ramanî û têgehên ku pergalên kapîtalîzmê çêdikin şaş in.
 
Di nîqaşên beşdaran de girîngiya xweseriya aborî ya jinan hate destnîşankirin û hate gotin, xweseriya aborî yek ji bingehên esasî yên azadiya jinan e.