Franziska Stîer: Piştî evqas şer û girtinan îfadeya herî xurt a aştiyê ye

  • 09:07 6 Adar 2025
  • Rojane
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Sekretera Giştî ya BASTA Franzîska Stîer  got teoriya aştiyê ya Abdullah Ocalan ji bêdengkirina çekan hîn zêdetire û daxuyakirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi armanca vakirina projeyekê divê bi hemû aliyên demokratîk re nîqaş bên meşandin.
 
Banga Aşti û Civakeke Demokratik, a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de deklere kir, rojevîbûna xwe diparêze. Banga ku bo aştiyê hat kirin wek "îfadeya îradeyek mezin" tê nirxandin. Ligel vê gelê Kurd tecrîda li ser Abdullah Ocalan ya ku hîna didome qebûl nake.
 
Sekretera Giştî ya BASTA ya Swîsreyê (Basels Starke Alternative) Franzîska Stîer der barê bangê de axivî.
 
Franzîska Stîer got piştî bangê gelek hevalên wê li wê geriyane û li ser mijarê nîqaş kirine û got: “Ji ber me Abdullah Ocalan dît em pir kêfxweş bûn. Demek dirêj bû agahî jê nedihat girtin. Ji ber vê em kêfxewş bûn. Ya din jî ev bû ku çapemeniya Ewropayê bang tenê di aliyekî de dît û got Abdullah Ocalan banga feshkirin û danîna çekan kiriye. Lê bi rastî ev qesl û şaş hatiye xwendin. Li Cîhan û Ewropayê şer her diçin giran dibin. Qetilkirin ne ava xurtbûnê ye. Her wiha PKK her tim li alî bidawîbûna mirinan bû. Ji ber vê hedefa PKK’ê çareseriye. Ev ne tiştekî nûye. Hewcedarî bi şert û mercên demokratîkbûnê heye. Birêz Ocalan ne cara ewil e bi dehan carî destê aştiyê dirêj kiriye.”
 
‘Teoriya aştiyê ji bêdengkirina çekan pir zêdetire’
 
Franzîska Stîer got Abdullah Ocalan teoriyek aştiyê ya pozîtîf esas digire û got: “Ev bang ji danîna çekan wêdetir tê wateya. Ev tê wateya pêvajoyek. Birêz Ocalan pênaseyeke erênî ya aştiyê heye û ji bêdengkirina çekan wêdetir e. Belê, bi çekan hûn dikarin di şer de bi ser bikevin, lê hûn nikarin bi çekan aştiyê ava bikin. Ev yek tenê di çarçoveya pêvajoyeke siyasî de dibe, ku mirov bi hev re biaxivin, bi hev re têgihiştinê çêkin û bi hev re hevgirtinê ava bikin. Ev parçeyek erênî ye û em niha ji wê pêvajoyê dûr in. Hin guhertinên demokratîk li pêş in; Em dikarin gelek mînakên wekî efûya girtiyên siyasî, sîstema parêzgeriyê, rawestandina zext û tundiya li dijî muxalefetê, an jî bicihanîna rêgezên hiqûqa navneteweyî û veguhertina wan ji bo pratîkeke demokratîk li Tirkiyeyê rêz bikin. Pêwîste gelek rewş di muxalefeta demokratîk de werin nîqaşkirin û li ser maseya muzakereyê were danîn.”
 
‘Ev ne tenê ya Ocalan daxwaza gelê Kurd e jî’
 
Fransîzka Stîer derbarê ku Tirkiye wê bersivek çawa bide bangê de jî wiha anî ziman: “Hêviya min heye ku dewleta Tirk guh bide vê bang û daxwazan, ji ber ku ev ne tenê daxwaza Abdullah Ocalan e, daxwaza tevahiya gelê Kurd e. Di dema çavdêriyên min ên hilbijartinê de me gelek caran ev bihîst; Me bihîst ku gel aştiyê dixwaze, gel azadiyê dixwaze, gel ji bo xwe mafên wekhev dixwaze. Û di her hilbijartinê de gelê kurd ev yek nîşan da: Ji bo vê bi awayekî xurt û sivîl têdikoşin. Lê me jî dît ku dewleta Tirk vîna gel qebûl nekir. Bi dîtina min dewleta Tirk di demên berê û dawî de jî nîşan da ku rêzê li vîna gel nagire. Heya ku rêz li îradeya gelên herêmên kurdî neyê girtin, reformên mezin ên demokratîk û belkî jî avakirina herêmeke xweser hewce ne.”
 
‘Divê bang bi hemû aliyên demokratîk re bê nîqaşkirin’
 
Franzîska Stîer wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd ji bo pêvajoya aştiyê gelek caran destê xwe dirêj kiriye. Bi dîtina min divê ev daxuyaniya pir kurt a dawî ya Abdullah Ocalan di hemû pêkhateyên demokratîk de bê nîqaşkirin û ji bo ji nû ve demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daxwaz bên afirandin, şert û merc bên amadekirin. Bi baweriya min civakeke medenî ya pir bi hêz heye ku bi hev re bigihêje van mercan, û baweriya min a mezin bi civaka sivîl heye. Bi taybetî jî ev yek bi hêz dike ku ew ji bo pêvajoya aştiyê û piştî hemû zextên siyasî, esîr, hemû mirovên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane, hate avêtin. Ev ji bo aştiyê daxuyaniyeke pir bi hêz e.”