Nobeta li ber şaredariya Wanê didome

  • 19:04 11 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Piştî cezayê girtîgehê li hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn şûnde gel ji saetên sibehê de berê xwe didin ber şaredariyê.
 
Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh ceza dan Abdullah Zeyran. Piştî biryarê gel berê xwe da ber şaredariyê û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana gelê Kurd’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’ berz kirin.
 
Çalakiya gel a li ber şaredariyê tevî hemû şert û mercên hewayê didome.