Cezayê hepsa malê ya Melîke Aydin hat bidawîkirin

  • 11:21 10 Sibat 2025
  • Hiqûq
 
 
ÎZMÎR - Di Danişîna 1'emîn a Nûçegîhana JINNEWSê Melîke Aydin û nûçegîhanên MA'yê Semra Turan û  Tolga Guney ku ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê tên darizandin pêk hat de cezayê hepsa malê ya Melîke Aydin hat bidawîkirin. 
 
Danişîna 1'emîn  a doza nûçegihana  JINNEWSê  Melîke Aydin û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û Tolga Guney ku ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê dest pê kir. Rojnameger û parêzer tevli danişînê bûn. Dadgehê, piştî parastinan biryara xwe da. 
 
Dadgehê, şertê kontrola edlî ya hefsa malê ya Melîke Aydin û şertê kontrola edlî ya Semra Turan rakir. Lê belê biryara qedexeya derketina derveyî welat nehat rakirin. Danişîna dozê taloqî 12’yê Gulanê hate kirin. 
 
Biryara der heqê Tolga Guney de hêj nehatiye dayin.