KCDP: Di meha Çileyê de 33 jin hatin qetilkirin

  • 13:50 4 Sibat 2025
  • Çeteleya Tundîyê
   
 
STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê di meha Çileyê de 33 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û 32 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) rapora xwe ya Çileya 2025’an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Çileyê de 33 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û 32 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.