Ji Wanê ber bi şampiyoniya cîhanê ve

  • 09:02 23 Kanûn 2024
  • Tenduristî/Werzîş
Memihan Zeydan
 
WAN - Işil Sînem Aydin ya 16 salî di judoyê de bû şampiyona cîhanê.  Işil Sînem Aydin got divê jin hîn bêtir berê xwe bidin spor û spora parastinê. 
 
Işil Sînem Aydin ya li Wanê dijî ji 10 salî de dest bi sporê kir û bi Judoyê serkeftinên mezin bidest xist. Herî dawî bû şampiyon acîhanê. Li Mogolîstanê navbera 2-7’ê Kanûnê de di Şampiyoniya Cîhanê ya Umît Gençler Kuraş de, Wan temsîl kir û bû şampiyon.
 
Işil Sînem aydin der barê pêvajoya sporê de axivî. Işil Sînem Aydin got 9-10 salî dest bi sporê kiriye û wiha got: “Mamosteyên me salona judoyê li dibistanê vekiribûn. Dayika min li dibistana ku min dixwest alîkara midûr bû. Bi hewldana wan min dest bi sporê kir. Ez zarokek hîperaktîf bûm. Dayika min piştgirî da min û berê min da vê sporê.”
 
‘Divê jin berê xwe bidin sporên parastinê’
 
Işil Sînem Aydin wiha vegot: “Divê jin xwe di beşek sporê de pêş bixînin. Divê bi taybet berê xwe bidin sporên parastinê. Bixwe bawerî hebe pirsgirêk jî nayên jiyîn. Dikarin li dijî newekheviya zayendî têbikoşin.Min piştgiriyek mezin ji dayika xwe girt. Min ji mamosteyên xwe piştgiriyek mezin girt. Min ji Nur Tatar ya şampiyona tekvandoyê ya ji Wanê ye îlham girt. Min ji sporîstên branşa xwe îlham girt.”
 
Işil Sînem Aydin di dawiya axaftina xwe de got li herêmê li hember sporê pêşdarazek heye û wiha dawî lê anî: “Bi rastî dema daxwaz hebe serekftin ne bê derfetin. Ez ji bo xwe bêjim ez gelek kêfxweşim. Ez dixazim nifşê piştî min jî di vê rê de bimeşin. Ne judo be jî sporek din bila bê kirin.”
 

Etîketan:

jinnews