![](/staticfiles/news/251202/2025/02/11/823x463cc-van-11-02-25-kilim-atolyesi-suheyla-gumustas-manset.jpg)
‘Destûrê nadin ku çanda me winda bibe'
- 09:02 11 Sibat 2025
- Çand û Huner
WAN-Jinên di atolyeya xalîçeyan de dixebitin diyar kirin ku çêkirina xalîçeyan di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e û gotin, "Em ji bo parastina çanda xwe dixebitin û em ê rê nedin ku çanda me winda bibe."
Atolyeyên xalîçeyan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di çarçoveya xebatên ji bo jinan de hatine vekirin, bala jinan dikşînin. Em atolye hem çavkaniya debarê û hem jî îmkanên bi hevrebûnê dide jinan. Ev jî rê dide berdewamkirina çêkirina xalîçeya ku di çanda gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Nexşên ku ji aliyê jinan ve li ser xalîçeyan hatine çêkirin, her yek ji wan xwedî çîrok û dîrokekê ne. Jin ji bo ku ev çand wenda nebe û bi xalîçeyên ku çêdikin diparêzin.
Piraniya jinên ku di atolyeyên xalîçeyan de dixebitin, dibêjin ku ew bi salan e xalîçeyan çêdikin û bi saya atolyeyên ku hatine vekirin, dikarin çanda xwe zindî bihêlin û di heman demê de pê debara xwe bikin.
Jinên ku di atolyeya xalîçeyan de dixebitin diyar kirin ku ew bi hev re dema xwe derbas dikin bi vê jî kêfxweş in û der barê xalîçeyên ku çêkirine de axivîn.
'Em destûrê nadin çanda me winda bibe'
Ceylan Koklu diyar kir ku ew 20 sal in ku xalîçeyan çêdike û wiha got: “Ez li Tarsûsê mezin bûm û dema zewicîm hatim vir. xesûya min ev kar dikir, ez jî jê fêr bûm û min jî dest bi vî karî kir. Min nizanîbû nexşan çêkim, lê bi demê re fêr bûm. Nexşên me hene ku em jê re dibêjin gulhizar û gulşîvan. Navê nexşa ku ez niha çêdikim çilgul e. Ez spasiya her kesî dikim ku derfetek wiha da me, heta niha tu karekî me tunebû. Em nafiroşin, tiştê ku em çêdikin em em radest dikin û ew jî heqdestê me didin me. Ji bo me jî dibe hatiniyek û em ji bo xwe meref dikin. Em her roj saet di 07.00’an de heta 7’ê êvarê tên dixebitin. Çêkirina xalîçeyan çanda me ye, ji bav û kalên me vir ve hene, em ê nehêlin ku ev çand winda bibe. Eger ez dev jê berdim, keça min an neviya min wê bikin,"
'Em tiştên ku me dizanibû me hildiberand'
Suheyla Gumuştaş, diyar kir ku ew ji dayik û xesûya xwe hînî xalîçeçêkirinê bûye, 9-10 sal in ew vî karî dike û wiha got: “Dema ku atolye vebû em hatin tiştên ku me dizanibû me hildiberand. Em bi dildarî ??û bi baldarî vî karî dikin. Pir xweş e ku em bi jinan re li vir bi hev re ne û me hawêreke dostaniyê ava kiriye. Digel vê yekê em jî piştgirî û alîkariyê didin malbata xwe. Çêkirina xalîçeyên biçûk 15 rojan dikişîne, lê ger mezin bin, ji mehekê heta mehek û nîvê demê digire.”
'Ji bo çanda me winda nebe em gelekî dixebitin'
Suheyla Saritaş, anî ziman ku her nexşek çîrokeke wê heye û wiha got: “Nexşa Gulşîvan çîroka şivanek e ku evîndarê jineke bêrîvan e û wê ji nê jî ji şivan hez kiriye ye. Loma navê wê nexşê gulşîvan e. Nexşek heye em jê re dibêjin Gulhezar, bi hezaran nexş li ser xalîçeyê hatine çêkirin. Nexşeke ku em jê re dibêjin Gulsarya heye. Hemû xalîçe xwedî çîrok û dîrok in. Ji bo ku ew ji holê ranebin em gelekî dixebitin. Ji bo ku ev çand winda nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Ez dixwazim zarokên min jî hîn bibin û bikin. Xalîçeya ku ez niha çêdikim ji nexşên lê re re perik an jî çilgul tê gotin."
Fatma Aviş jî diyar kir ku ji 15 saliya xwe ve vî karî dike, Fatma Aviş anî ziman ku ew ji dayika xwe fêrî çêkirina xalîçeyan bûye û wiha got: “Em jî fêrî zarokên xwe dikin û li malê jî bi karên destan ên wek xiftan, cil û berg û xişirtiyê derbas dikin. Navê xalîçeya ku ez niha diçim çêdikim, kesneker e, ji ber ku lêdana wê zehmet e û kes nikare çêbike.Navê xalîçeya ku min berê çêkiriye 'canbeza' bû û jina ku ew xêz kir jî ji ber ku di dema çêkirina xalîçeyê de pir westiyabû û bêzar bibû jê re dibêjin 'canbeza' bû bi wî navî tê binavkirin."