Nobeta li ber şaredariya Wanê didome 2025-02-11 19:04:36   WAN - Piştî cezayê girtîgehê li hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn şûnde gel ji saetên sibehê de berê xwe didin ber şaredariyê.   Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh ceza dan Abdullah Zeyran. Piştî biryarê gel berê xwe da ber şaredariyê û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana gelê Kurd’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’ berz kirin.   Çalakiya gel a li ber şaredariyê tevî hemû şert û mercên hewayê didome.