Meşa Dirêj di roja 22’emîn de ye

  • 20:28 11 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşvanên Meşa Dirê di roja 22’an de ji qada Porte Serponeise ya Metzê heta şaredariyê meşiyan. Kurdistanî û dostên wan jî beşdarî meşê bûn.
 
Çalakiya Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, di roja 22’an de dewam dike.
 
Çalakvanên ku hatin bajarê Metz ê Fransayê, li qada Porte Serponeise bi Kurdistanî û dostên wan re li hev civiyan. Rayedarên Partiya Komunîst a Fransayê jî beşdarî meşê bûn. Di navenda bajarê Metzê de belavokên derbarê Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de dewam dike, li kesên derdor hatin belavkirin.
 
Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hatin berzkirin.
 
Çalakvanên ku li pêşiya Şaredariya Metz a li Place d'Armes'de li hev civiyan, danezana bi zimanê Fransî xwendin. Piştre rayedarek Partiya Komunîst a Fransayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ji bo serkeftina Pêngava Azadiyê balkişandin  têkoşîna hevpar.
 
Piştî daxuyaniyê, çalakvanan govend gerandin.