‘Aştî jî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e’

  • 15:24 10 Sibat 2025
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de partiyên siyasî di asta yekemîn de berpirsyar in û got: “Aştî jî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Hewceye Meclis destê xwe deyne bin kevir.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de bal kişand ser erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê û got ku AKP’ê di tevahiya dema xwe ya îktîdarê de bûyerên xwezayî veguherandiye karesatan. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku tekane derdê îktîdarê ew e ku ji karesatan rantê bixwe û zexta xwe zêdetir bike. 
 
'Aştî jî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û şatiyê heta niha li 42 navendan bi gel re civîn li dar xistine û got: “Me tiştên dizanî bi gel re parve kirin. Her pirsên di serê wan de pirsîn. Dê nîqaş û hevdîtinên me yên bi gel re bidomin. Gel êdî di qonaxa serîrakirinê de ye. Ew jî dizanin ku pariyê nanê wan ji ber şer tê dizîn. Lewma dibêjin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê aştî bibe. Heta aştî nebe, demokrasî nabe. Aştî jî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. 
 
'Li çavrêya banga birêz Ocalan in'
 
Bi milyonan kes li benda banga ku birêz Ocalan amade dike ne. Baweriya gel a bi aştiyê heye lê sepana qeyûman jî red dike. Xelkê Amed û Mêrsînê dipirse; qeyûm û aştî dê bi hev re çawa bibin? Tevî ewqas zext û zilmê jî gelê me dibêje ku baweriya wan bi pêvajoyê tê û dê piştgiriyê bidin pêvajoya birêz Ocalan dide destpêkirin. Li çavrêya banga birêz Ocalan in. Aştiyeke birûmet dê bi hemû kedkarên gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. 
 
Li vir berpirsyartî tenê nakeve ser milê me; ji bo civakîbûna aştiyê û piştgiriya ji bo pêvajoya navnîşana sereke Meclis e û divê Meclis înîsiyatîfê li xwe bigire. Divê Meclis rola xwe bilîze û destê xwe deyne bin kevir. 
 
Em rast nabînin ku partiyên siyasî pişta xwe bidin vê pêvajoyê. Di serî de partiya muxalefeta sereke divê partiyên siyasî bibin aliyekî nîqaşên çareseriyê û nexşerêyên xwe raber bikin. Divê em tevek bi destê hev bigirin û ji bo aştiyê bixebitin. Mezinkirina alîgirên aştiyê û civakîkirina wê ne tenê berpirsyartiya Kurdan û DEM Partiyê, di asta yekemîn de berpirsyartiya partiyên siyasî ye. Divê her kes vê berpirsyartiya xwe bicih bîne. 
 
Qetilkirina rojnamegeran 
 
Pratîkeke ku li Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê rojnamegeran qetil dike di meriyetê de ye. Di dawiya hefteyê de hat ragihandin ku rojnameger Azîz Koyluoglû di êrişa SÎHA’yan de hatiye qetilkirin. Divê em bi hev re li dijî vê feraseta mafê jiyanê tune dihesibîne derkevin. Li welatekî ku qetilkirina rojnamegeran a bi SÎHA’yan asayî lê tê dîtin îro rojnameger tên binçavkirin, tên girtin û li ser qenalên televîzyonan hedef tên nîşandan. Azadiya çapemeniyê yek ji mafên sereke ye. Di Çapemeniya Azad de herî dawî Oznûr Deger, di dema protestokirina qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de li Mêrdînê ji hêla polîsekî ve hedef hatibû nîşandan. Hate derbkirin û binçavkirin. Li girtîgehê lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Anku di vê mijarê de her roj li dijî rojnamegera binpêkirinên mafan tên kirin.”