'Li Sûriyeyê yekîtiya hemû pêkhateyan girîng e'

  • 09:06 28 Çile 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Desteya Rêvebir a Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê wiha got:"Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe her wiha bi riya komên çeteyan li ser Sûriyeyê hewl dide ku desthiledariya xwe bide ferzkirin. Lewma di nava Sûriyeyek nû de yekîtiya hemû pêkhateyan girîng e. Her wiha divê jin bi rengê xwe bi çanda xwe tevî nava guhertinên nû bibe û projeya neteweya demokratîk, weke zemîn û stûnek bingehîn bigirin dest."
 
Bi vê guhertinê re dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşn xwe hîn zêde dewamkir. Dewleta tirk hewl dide ku di vê demê de fersendekê bigire da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi lehengî parastina şoreşê û destkeftiyên wê dikin, gel jî têkoşîna xwe ya li dijî mirinê û parastina van destkeftiyan didomîne.
 
Endama Desteya Rêvebir a Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
Guhertina li Sûriyeyê 
 
Endama Desteya Rêvebir a Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger li ser rewşa Sûriyeyê bi giştî kir û got:"Sala 2025'an ji bo tevahî gelên Sûriyeyê salek nû bû. Ev nûbûn, sedema wê hilweşîna rêjîma Bass'ê bû. Vê hilweşînê bi xwe re gelek guhertin ava kirin. Ev guhertin bi awayekî lez çêbû û di geşedanên dawî de rola destwerdanên dewletên derve jî tê de hebûn."
 
'Li gorî berjewendiyên xwe tev digerin'
 
Zelal Ceger da zanîn Tirkiye û hinek welatên dinê di Sûriyeyê de li gor berjewendiyên xwe tev digerin û wiha pê de çû:"Di nava Sûriyeyê de gelek guhertin hatin çêkirin. Di nav de welatên ku piştevaniya Sûriyeyê dikirin weke Rûsya û Îran ji erdnîgariya Sûriyeyê derketin. Di dema me ya niha de koalîsyonên navneteweyî ketin dewrê her wiha dewleta tirk berê gelek caran hewl dida di nava Sûriyeyê de rolê bilîze. Niha welatê Erebistanê jî di nava Sûriyeyê de hewl dide û her yek li gorî berjewendiya xwe tev digerin."
 
'Heta adarê wê rewş zelal bibe'
 
Zelal Ceger da zanîn HTŞ li gorî dewletê tev digere û wiha got:"Çima li şûna hikumeta Şamê ya hilweşya HTŞ ? Ketina HTŞ'ê ya nav Sûriyeyê ji aliyê destwerdanên derve pêk hat. Ew hatin hilbijartin ku li şûna hikumeta Şamê cih bigirin. Çimkî ew li gorî dewletên derve tev digerin. Em jî vê bersivê didin ku demek ji wan re hatiye hilbijartin heya heyva adarê ku hemû hêzên di nava Sûriyeyê de wê di bin siya HTŞ'ê de bimînin. Û ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hevdîtin di navbera wan û QSD'ê de li ser esasê lihevkirinê werin çêkirin. Dibe ku hin hevdîtin hatibin çêkirin jî lê encama wan ne diyar e çimkî jê re kar û dem tê xwestin."
 
'Armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina xaka Sûriyeyê ye'
 
Têkildarî berdewamiya êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger wiha got:"Ji dema ku rêjîma Baass'ê hilweşiya êrîşên dewleta tirk  a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û heta niha jî dewam dikin. Armanca van êrişana ew e ku xaka Sûriyeyê bixe bin dagirkeriya xwe. Ev êriş jî ne li gor berjewendiyên gelên li Sûriyeyê ne." 
 
Li dijî êrişan berxwedana gelan 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Zelal Ceger qala berxwedana gel a li hember êrîşan kir û wiha got:"Li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû netew û pêkhateyên xwe têkoşînek bi rûmet li ser esasê şerê gelê şoreşgerî didin dewamkirin. Îro nobedariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bendava Tişrînê hilbijartina rûmetê ye. Lê faşîzma Tirk pir bi hovîtî êrîşî wan sivîlan dike û wan dike hedefa xwe. Tevî hemû cure qirêjî û hovîtiya êrîşan lê gel bi israr berê xwe didin bendavê û di berxwedanek bêhempa de dijîn. Her wiha şervanên Hêzên Sûriya Demokratik (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkoşînek dîrokî li hember dagirkeriyê dewam dikin. QSD ne tenê bendava Tişrînê diparêze di heman demê de tevahî nirxên Sûriyeyê diparêze. Her wiha di nava rewşa leşkerî û siyasî a ku niha tê dewamkirin de QSD'ê rolek pir girîng lîst. Rêveberiya Xweser jî bi rola xwe di milê xizmet û siyasetê de jî bi erka xwe rabû. Armanca me ew e ku em yekîtiya gelê Sûriyeyê biparêzin û dagirkeriyê ji hemû herêmên me  derbixin da ku gelên li Sûriyeyê xwe bi xwe bi rê ve bibe."
 
'Jin li ser pêşeroja xwe dixebitin'
 
Girêdayî rewşa jinan û xebatên wan di nava Sûriyeyê de Zelal Ceger ev tişt got:"Tevahî jinên ku di hemû sazî, dezgeh, kombûn, meclis, partî û rêxistinên jinan de cih digirin îro ji bo ku rola xwe di nava destûra nû ya Sûriyeyê de bilîzin di nava xebatê de ne. Îro jin di salên berê de najîn da ku di bin navê qederê de hemû tiştên ku li ser wê tê ferzkirin bipejirîne lê belê berovajî wê jin îro li ser pêşeroja xwe kar dikin û temsîla civaka xwe dikin."
 
'Jin xwe digihînin hev' 
 
 Zelal Ceger got bal bir ser rola jinan a cihgirtina di nava qadên cuda de û wiha dewam kir:"Beriya şoreşa Rojava, jinên ji hemû pêkhateyan xwe gihandin hevdu. Her wiha yên ku di nava vê demê de ku bikaribin rola sereke û xebatên girîng bidin meşandin jin in. Îro tevahî jinên Sûriyeyê hewl didin ku di warê siyasî û hiquqî de cih bigirin. Çimkî rêveberiya HTŞ'ê di nava xwe de cih nadin jinê. Lê belê ji ber ku jin nîvê civakê ye divê cihê jinê di her qadê de hebe. Divê jin bi rengê xwe bi çanda xwe tevbigere û cihê xwe di nava Sûriyeya nû de bigire ji ber ku di nava Sûriyeyê de yek pêkhate nîne. Gelek netew û pêkhate cihê xwe di nava Sûriyeyê de digirin û dema ku tên gel hev jî wê demê xweşikbûnek ava dikin. Divê rêzgirtin ji her ol û baweriyê re bên dayin û li ser wê esasê tevger bên avakirin. Divê cihê ferzkirina zihniyetek desthilatdar tune be."
 
Bi pêşengtiya jina kurd li Sûriya yê Serkeftin
 
Têkildarî şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan hat lidarxistin Zelal Ceger wiha got:"Ev ewqas sal in bi saya têkoşîn û berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek bi pêşengtiya jinan hat lidarxistin. Îro hemû jinên ku di nava vê şoreşê de jiyane êdî zilma li ser xwe napejirînin û naxwazin ji vir û pê de gavê paş de bikşînin. Çimkî hebûna xwe dane îsbatkirin û divê hê ew bi pêş de biçin. Berhema şoreşa jinê di roja me ya îro de em gihandin serkeftinê. Di roja îro de têkoşîna jina Kurd bi pêşengtiya YPJ'ê bû esasê vê serkeftinê. Dema di roja me ya îro de jin xwe dike mertala zindî ya li hember hemû êrîşan ev yek jî dibe belgeya gotina ku jin esasê serkeftin û wêrekiyê ye."
 
'Ya esas pirojeya netewa demokratîk e'
 
Zelal Ceger bi lêv kir ku divê hemû in yekîtiya xwe biparêzin û wiha got:"Em weke jinên Sûriyeyê heger ji me her yekê di beşekê de cih girt û rola xwe lîst wê demê em ê serkeftinê bi dest bixin û em ê bibin pêşeng. Em jî weke Partiya Sûriya Pêşeroj di nava Sûriyeyê de, di vê demê de, em bi rol û misyona xwe rabûne da ku em bikaribin di nava pêvajo û Sûriyeya nû de bi hemû rengên wê cihê jinê tê de bidin avakirin. Her wiha divê em di nava van xebatên xwe de projeya Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigrin."
 
'Li hember zilmê serî hildin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zelal Ceger banga xweparastinê ya jinan a li dijî HTŞ û çeteyên dewleta tirk kir û wiha got:"Ji bo tevahî jinên ku di bin desthilatdariya HTŞ û dewleta tirk a dagirker de dijîn banga me ev e; çawa ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li hember DAÎŞ, dewleta tirk a dagirker û sîstema BAAS'ê xwe parast û me şoreşa xwe ava kir, divê hemû jinên Sûriyeyê jî şoreşa 19'ê Tîrmehê ji xwe re mînak bigirin. Em dibînin li herêmên sahil têkoşîna jinê derdikeve pêş. Ev ji bo me cihê moralê ye lê divê hê xurtir be. Em piştgiriya wan dikin, em heta dawiyê bi wan re ne. Hûn jî rabin ser xwe û dengê xwe li hember zilma ku tê kirin bilind bikin. Yekîtiya xwe bidin avakirin ji ber ku şoreş heya bibe şoreş divê fedekartî hebe."