Ji bo rojnamegeran daxuyanî: Wê pênûsa wan li erdê nemîne

  • 15:10 11 Sibat 2025
  • Rojane
MÊRDÎN – Girtina Rojnameger Oznur Deger û qetilkirina Azîz Koyluoglu li Mêrdînê bi meşekê hat protesto kirin.
 
Tevgera Jinen Azad (TJA), der barê girtina Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê û êrîşên li hember rojnamegeran bi meşekê protesto kir. Welatiyên li Kawşaxa Qoser a Mêrdînê hatin gel hev,pankarta ‘Çapemeniya Azad nayê Bêdengkirin’ vekirin û meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Çapemeniya azad rumeta me ye’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Kamuran Tanhan tevli meşê bû meş heta ber avahiya Dem Partiyê berdewam kir. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu daxuyanî xwend. 
 
‘Bila Oznur Deger bê berdan’
 
Hatîce Oncu girtina Oznur Deger şermezar kir û wiha got: “Hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad êrîşa li hember mafê girtina nûçeyane. 7’ê Sibatê de rojnameger Oznur Deger di serdegirtina malê de hat binçavkirin û girtin. Oznur Deger piştî hat girtin nameyek şand û diyar ki rku hatiye derbkirin. Ev pêkanînên kêfîne. Em berdewana Oznur Deger dixwazin.Çapemeniya azad nikare bê astengkirin. Zextên li hember rojnamegeran nayê qebûlkirin. Divê demildest dawî li tundiya li ser rojnamegeran bê.”
 
‘Ji bo rastî neyê bihistin hat qetilkirin’
 
Hatîce Oncu balkişand ser binpêkirina mafan û zextên li ser rojnamegeran û qetilkirina Semra Demîrellî ya li Xarpêtê bibîr xist. Hatîce Oncur wiha domand: “Desthilatdarî her demê hewl dide rojnamegeran bêdeng bike. Heta niha bi dehan rojnameger hatin qetilkirin girtin û binçavkirin.Ji bo rastî neyê bihistin rojnameger hatin qetilkirin. Em soza bilindkirina têkoşîna hevalên xwe bidin. Wê çapemeniya azad berxwedana xwe bidomîne.”
 
Hevseroka DEM Partî ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz jî axivî û got Oznur Deger û Azîz Koyluoglu ji ber rastî anîn ziman hedef hatine girtin û got: “Hûnê bisernekevin. Divê demildest hevalên me bên berdan. Pênûsa wan û kameraya wan wê li erdê nemîne.”
 
Parlametner Kamuran Tanhan jî axivî û da zanîn ku Çapemeniya azad heqîqetê dişopîne û got bedel çi dibe bila bibe wê doza azadî û heqîqetê bidin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.