DEM Partî: Operasyonên sîstematîk, provokasyon in
- 18:04 11 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE- Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî operasyonên sîstematîk ên li dijî mafê hilbijartinê, da û diyar kir ku ev provokasyon in.
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Vê sibehê dadger car din li dijî mafê hilbijartinê û îradeya gel, operasyon pêk anî. Mejiyê darbekar û qeyûm, hemû sînorên xwe derbas kiriye û bi temamî veguheriye haleke derhiqûqî û nerewa.”
DEM Partiyê bi bîr xist ku li navçeyên cuda cuda yên Stenbolê ji rêveberên herêmî yên hatine hilbijartin, 10 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Li mal, kargeh û cihên kargehên kesên hatin binçavkirin lêgerînên keyfî û derqanûnî hatin kirin. Îro danê sibê jî di dozeke din a kumpasê de, cezayek bêbingeh li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birîn û hewl didin ku bingeha darbeya qeyûm were amadekirin. Di hilbijartinên dawî yên xwecihî de tevî Wan û hemû navçeyên wê DEM Partiyê qezenc kir. Ji ber ku zîhniyeta qeyûman nikare vê qebûl bike, hewl dide Şaredariya Bajarê Mezin desteser bike.”
‘Tu sazî nikare lêpirsîna daxwaza gel bike’
DEM Partî bal kişand ser êrîşên ser vîna gel, dorpêçkirina rêveberiyên xwecihî û astengkirina xizmetên wan û wiha berdewam kir: "Ev sûcekî mezin e û berpirsyar wê teqez hesabê vê bidin. Tu daxuyanî û hincet nikare vî sûcî veşêre. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der barê binçavkirinên îro de dayî hewl dide lihevhatina bajaran krîmînalîze bike û ev daxuyanî psîkolojiya sûcdariyê nîşan dide. Tu sazî nikare lêpirsîna daxwaza gel bike û krîmînalîzekirina wê ne hedî tu kesî ye. Tu sazî ne xwedî mafekî wiha ye."
‘Em ê her şert û mercî de encamên sindoqan biparêzin’
DEM Partiyê wiha domand: “Daxuyaniyên dozgeriyê yên têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encama zîhniyeta darbekariyê ye. Ev operasyonên sîstematîk provokasyonek mezin e. Krîmînalîzekirina saziyên sivîl ên wekî KCD û HDK’ê ku dixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê bi siyaseta demokratîk û muzakereyên demokratîk çareser bikin, ji dijminatiya demokrasiyê pê ve ne tiştekî din e. Divê desthilatdariya siyasî dev ji vê helwesta xwe berde. Ti hinceteke mafdar a van operasyonan nîne. Ev zihniyeta derbekar ti tiştî bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Em careke din binçavkirinên li Stenbolê û biryara derhiqûqî û bêbingeh a li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan şermezar dikin. Demildest van êrîşên li dijî vîna gel rawestînin. Kesên hatine binçavkirin û bi neheqî hatine girtin serbest berdin. Partiya me wê di her şert û mercî de encamên sindoqan û daxwazên gel biparêze."