Platforma Ked û Demokrasiyê:Gel wê destur nede xespkirinê
- 19:01 11 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê der barê cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, li pêşiya bînaya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyek da got: ‘’Ev ceza bi armanca desteserkirina îradeya gelê Wanê hatiye birîn. ‘’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, li pêşiya bînaya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de pankarta ‘’Ne îdareya qeyûman, îradeta gel û bimire faşîzm’’ hate vekirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên bajêr û navçeyan, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Teksta daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mûrat Ozçîçek ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Di darizandina derheqê Birêz Abdullah Zeydan de li gorî rapora kesê pispor kom gelekî gelekî dûrî herêma operasyonê ye û ji ber vê yekê bi awayekî eşkere ye ku tu derfetên sûckirinê ne li holê ne. Lê belê delîlên dosyayê tune hatine hesibandin û ji bo desteserkirina şaredariyê bi awayekî derqanûnî serî li rêya cezakirinê dane. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê vê biryara derqanûnî qebûl nakin û dizanin ku ev ceza bi armanca desteserkirina îradeya gelê Wanê hatiye birîn.’’
Piştî daxuyaniyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û got: ‘’Li Tirkiyeyê 856 milyon welatiyên xwedan wijdan, li rex gelê Wanê ye û îradeya xwe diparêzin. YSK’yê wê demê biryareke adilane dabû. Lê belê AKP’ê dubare daraz di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anî, ferman da dadgeran û hewl dide îradeya gel desteser bike. Cezayê derheqê min de hatî birîn, cezayekî vala ye. Li gorî keşif û raporên pisporan hatiye îspatkirin ku em derbasî herêma qedexe nebûne. Îlan kirin ku ev dosya, dosyayeke kûmpasê ye. Tevî van zextên AKP’ê yên li ser darazê jî tiştek nehate peydakirin û û ji teşebusê ceza hatiye birîn. Em dizanin ku ev cezayekî siyasî ye. Têkildarî vê dosyayê Biryara AIHM’ê jî heye. Tu hukmê vê biryarê tune ye. Kesên ku nekarîne bi rêyên demokratîk gelê Wanê têk bibin, a niha jî hewl didin ku îradeya wan desteser bikin.’’
‘Gelê Wanê wê bersiva pêwist bide’
Herî dawiyê jî Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal axivî û got: ‘’Weke ku her kes dizane bi salan e zulm û zexta AKP’ê berdewam dike. Em her roj dibin şahidê bêhiqûqqiyeke din. Li ser îradeya gelê Kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Lê belê em ê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Me tu caran li hemberî wan serê xwe netewandiye û em natewînin jî. Gelê me di hilbijartinên xwecihî yên di 312ê Adarê de bersiva hewce da. Destilatdariya AKP’ê li hemberî gelê Wanê têk çû û veguherî partiyeke tabelayê. Li hemberî vê têkçûna xwe hewl didin îradeya gel desteser bikin. Belê ev yek ne hêsan e. Gelê Wanê û ciwanên Wanê dê destûrê nedin vê yekê.’’
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû û tê payîn ku gel li pêşiya bînaya şaredariyê heya siharê nobedê bigire.