Li ber girtîgeha ku jê azad bû çalakî lidar xist
- 16:10 10 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Parazvana mafên mirovan Maryam Sadat Yahyavî, pişti ku ji girtîgehê derket ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî çalaki li darxist, pankarta ku navê wan li ser nivîsandî ye vekir û dirûşma “Ji darvekirinê re na” berz kir.
Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî piştî şoreşa “jin jiyan azadî” zextên xwe yên li ser jinan zêde kir. Îran gefên darvekirinê li jinan dike û girtina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji van jinan jî parazvana mafên mirovan Maryam Sadat Yahyavî ye.
Maryam Sadat, bi qasî salek di Girtîgeha Evînê de hat hiştin û paşê hat berdan. Maryam Sadat, li ber Girtîgeha Evînê, ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên ku cezayê darvekirinê xwarine, çalakî lidar xist.
Maryam Sadat, pankartek ku li serê navên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye nivîsandin vekir û slogana “Ji darvekirinê re na” qêriya. Maryam Sadat Yahyavî, banga “Cezayên darvekirinê yên ku we li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî û hemû girtiyên din ji ber sûcên bêbingeh birîn, betal bikin” li Îranê kir.