![](/staticfiles/news/251184/2025/02/10/823x463cc-van-10-02-25-yuruyus-gozalti1.jpg)
Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
- 19:36 10 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Di meşa ku li Wanê bi pêşengiya TJA’yê hat lidarxistin de li gelek kesan tundî kirin û gelek kes binçav kirin.
Polîsan êrîşî meşa "Jinên ji bo azadiyê dimeşin" a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Wanê hat lidarxistin, kirin. Di meşa ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî tê de amade bû, destûr nehat dayîn, di navbera jin û polîsan de şer derket. Piştî êrîşa polîsan gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Delîl Aksoy, Hêlîn Demîrtaş, Veysî Şen, Hekîm Karşîn, Zeynep Tagtekîn, Muhammed Orhan, Gulcan Bedîrhanoglû, Selamet Înedî, Evîn Babur, Ertuş Kaya, Neçîrvan Kaya, Hazar Çevik Turgin, Yüncergüm ya.