![](/staticfiles/news/251185/2025/02/10/823x463cc-ank-10-02-2025-dem-part-kadin-meclisi-van-gozaltilarina-aciklama.png)
Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Hevrêyên me serbest berdin
- 19:39 10 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE – Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî êrîş û binçavkirinên li Wanê daxuyaniyek da û got, "Hevrêyên me yên jin ên ên di bin çavan de serbest berdin."
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) têkildarî êrîş û binçavkirinên li ser "Meşa Azadiyê" ya li Wanê ji aliyê jinan ve hat lidarxistin, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Êrîşa li dijî meşa ku TJA’yê xwest li Wanê bi şîara ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ pêk hat, êrîşa li dijî hemû jinên ku li vî welatî azadî û wekheviyê dixwazin e. Yên ku bi dehan hevrêyên me yên jin derb kirin û binçav kirin û fermana êrîşan dan, yên bi şer de pêş dikevin in. Divê baş bê zanîn ku em ê bi xurtkirina hevgirtina bi tevgera jinên Kurd re bersiva herî xurt bidin van êrîşan. Em ê bi yekitiya li dora têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê dest ji pêşengtiya aştiya bi rûmet a li van xakan bernedin. Hevalên me yên jin ku hatin binçavkirin demildest serbest berdin.”