Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Hevrêyên me serbest berdin

  • 19:39 10 Sibat 2025
  • Rojane
ENQERE – Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî êrîş û binçavkirinên li Wanê daxuyaniyek da û got, "Hevrêyên me  yên jin ên ên di bin çavan de serbest berdin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) têkildarî êrîş û binçavkirinên li ser "Meşa Azadiyê" ya li Wanê ji aliyê jinan ve hat lidarxistin, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Êrîşa li dijî meşa ku TJA’yê xwest li Wanê bi şîara ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ pêk hat, êrîşa li dijî hemû jinên ku li vî welatî azadî û wekheviyê dixwazin e. Yên ku bi dehan hevrêyên me yên jin derb kirin û binçav kirin û fermana êrîşan dan, yên bi şer de  pêş dikevin in. Divê baş bê zanîn ku  em ê bi xurtkirina hevgirtina bi tevgera jinên Kurd re bersiva herî xurt bidin van êrîşan. Em ê bi yekitiya li dora têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê dest ji pêşengtiya aştiya bi rûmet a li van xakan bernedin. Hevalên me yên jin ku hatin binçavkirin demildest serbest berdin.”