Kesên li Wanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

  • 21:59 10 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Kesên ku di êrîşa polîsan a di meşa "Jin ber bi rêxistinê ve dimeşin" ya bi pêşengiya TJA'yê de hatibûn binçavkirin, piştî muayene û îfadeyê hatin berdan.
 
Di meşa "Jin ber bi rêxistinê ve dimeşin" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin, polîsan êrîşî girseyê kir, gelek kes bi lêdanê  binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Kesên hatin binçavkirin li dijî tundiya polîsan rapora lêdanê wergirtin.
 
Piştî kontrola tenduristiyê 18 kes ji bo karên îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Wanê û piştî karên îfadeyê serbest hatin berdan.