![](/staticfiles/news/251169/2025/02/10/823x463cc-10-02-2025-komplo-sermezarkirin.jpg)
Komploya 15’ê Sibatê li Helebê hat protestokirin
- 15:04 10 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Helebê hat şermezarkirin.
Bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan (15 Sibat), Meclisa Jinan a PYD’ê li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Di çalakiyê de axêveran Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku komplo negihaşt serî, ji ber ku ramanên Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne.
Di axaftinan de berxwedana Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hat silavkirin û hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike û ewlehiyê pêk tîne.
Piştî axaftinan li qeyda dengê Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin û dirûşmên bi banga azadiya wî ya fîzîkî hatin berzkirin.