Di meha 112’yemîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
- 13:26 10 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - DAÎŞ’ê di sala 2015’an de dema mîtîng dihat lidarxistin li Gara Trenê ya Enqereyê êrîşa bombeyî pêk anî û kesên ku hatin qetilkirin di meha 112’yemîn de hatin bibîranîn.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê DAIŞ’ê di Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê de êrîş pêk anî û 104 kesên ku di vê êrîşê de hatibûn qetilkirin di meha 112’emîn de hatin bibîranîn. Bîranîn li cih û saeta ku komkujî pêk hatiye, pêk hat. Bernameya bîranînê bi pêşengiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat lidarxistin û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Kesên ku beşdarî bîranînê bûn dirûşmên; ‘10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin’, ‘Ji şer re na, demildest aştî’ hatin berzkirin.
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bernameya bîranînê de axivî û wiha got: “Di meha 112’yemîn de li Gara Enqereyê ango li cihê bûyerê ji bo 104 canê xwe bi bîr bînin em li vir in. 112 meh derbas bûn. 112 meh in em binê gotinekê xêz dikin û dibêjin em ê têkoşînê bidomînin û ji bo têkoşîna xwe ya edaletê nedin jbîrkirin çi ji destê me tê em ê bi cih bînin.”
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik balkişand ser rewşa rêvebirê komeleyê Îsa Ozgan ê ku 78 salî û niha li Girtîgeha Marmarayê ya Hejmar 5 de girtiye û wiha got: “Ji roja qetlîam pêk hatiye heta niha, ango 112 meh in zext, astengkirin, binçavkirin û girtin bi dawî nebûn. Ji wan yek jî Îsa Ozganê ku di komkujiyê de birayê wî hatibû qetilkirin e. Îsa Ozgan nêzî 3 meh in girtî ye, nexweşiyên wî yên mayînde hene. Ne bi awayekî rêkûpêk dermanê wî didinê û ne jî ji bo tedawiyê dibin nexweşxaneyê. Em dixwazin Îsa Ozgan demildest serbest were berdan. Bila serbest were berdan da ku li derve tedawiya xwe berdewam bike. Wek Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê em vê daxwazê ji Wezareta Dadê dikin.”
Bernameya bîranînê bi darê daliqandina paceke ku bi dest hatiye çêkirin û li ser navê kesên hatine qetilkirin nivîsandiye, bi dawî bû.