![](/staticfiles/news/251118/2025/02/09/823x463cc-mrk-09-02-25-kobane-gire-spi.jpg)
Girê Spî û Kobanê tê bombebarankirin
- 19:10 9 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundên Girê Spî û Kobanê bi çekên giran topbaran dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundên Meydan, Qinê û Toreman ên bajarê Kobanê, gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî, gundên Muxlit û Hiwêca yên l başûrê Silokê bi çekên giran bombebaran dike.
Li gorî ANHA’yê der barê encama êrîşê de tu agahî bi dest neketine.