Girê Spî û Kobanê tê bombebarankirin 2025-02-09 19:10:18       NAVENDA NÛÇEYAN- Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundên Girê Spî û Kobanê bi çekên giran topbaran dikin.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundên Meydan, Qinê û Toreman ên bajarê Kobanê, gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî, gundên Muxlit û Hiwêca yên l başûrê Silokê bi çekên giran bombebaran dike.   Li gorî ANHA’yê der barê encama êrîşê de tu agahî bi dest neketine.