![](/staticfiles/news/70786/2017/11/29/823x463cc-cocuk-istismari.jpg)
Di doza îstîsmara zayendî de ji bo gumanbar daxwaza 20 sal ceza
- 09:34 29 Mijdar 2017
- Hiqûq
Safiye Alagaş
AMED - Li Amedê zaroka 9 salî rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a bavê xwe M.S, birayê xwe û pismamê xwe hat. Di encama îfadeyên dayikê de bûyer derket holê û derbarê gumanbar M.S de 20 sal ceza tê xwestin.
Li Amedê mêrê bi navê M. S li dijî zaroka xwe ya 9 salî îstîsmara zayendî ya sîstematîk lê pêk anîn. Li ser gilîkirina dayika wê M.S.O di 25’ê Tîrmehê de hat binçavkirin û ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Cezaya Sul a Amedê ve hat girtin. Dozgeriyê di encama lêpirsîna hat meşandin de îdianame amade kir. Di çarçoveya lêpirsînê de li Navenda Şopandina Zarokan de ligel psîkologan îfadeya wê hat girtin û zarokê da zanîn ku birayê wê Y. û pismamê wê O jî ew îstîsmar kirine.
Rastî şîdeta birayê xwe hat
Zarokê da zanîn ku dema borî hîna dibistan neqedya bû birayê wê hatiye gund û şîdet lê kiriye û got ew bi zorê li wesayîta kesê bi navê S.K kirine û got bavê wê û birayê wê yê din din B. jî di wesayîtê de bûne. Zarokê da zanîn ku bavê wê ew biriye mal û îstîsmara zayendî lê kiriye.
Tehdîd kir
Zarokê diyar kir ku M.S ew tehdîd kiriye ku bûyerê ji kesî re nebêje û anî ziman ku bavê wê mehekê ew îstîsmar kiriye û fîlmên naveroka wan zayendî ye pê daye temaşekirin. Her wiha got birayê wê Y. û pismamê wê O. jî ew îstîsmar kiriye.
Di raporê de hat tespîtkirin ku zarok rastî îstîsmarê hatiye. Yekemîn runiştin jî di meha Qanûnê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin.