Xizmên girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Evînê kom bûn

  • 15:35 11 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û xizmên girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, li ber girtîgeha Evînê kom bûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.
 
Di çarçoveya kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.
 
Di nava kesên tevlî çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirov Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq hebûn.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.