![](/staticfiles/news/69834/2017/11/15/823x463cc-mardin-vekil-tutuklu-gulser-yildirim-manset.jpg)
AYM'ê serlêdana Gulser Yildirim red kir
- 15:33 16 Mijdar 2017
- Hiqûq
ENQERE - Dadgeha Bingehîn, serlêdana parlamentera HPD'ê Gulser Yildirim a ku girtî ye red kir.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Bingehêîn (AYM), Serlêdana xweser a parlamentaa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Gulser Yildirim red kir. Di serlêdana ku ji aliyê Gulserê ve xweser hatibû kirin de wiha hatibû gotin: "Girtina min ne hiqûqî ye", "bi qedexeya azadiya ramanê re mafên wan ê bijartin û xebatên siyasî hatiye îhlalkirin" û "Xwegîhandina dosyaya lêpirsînê hatiye astengkirin". Lê Aym ê ev serlêdan Gulserê bi hinceta "Hemû riyên serlêdanê hatine girtin" serlêdan redkir.