
Li ser riya penaberiyê têkoşîna azadiyê
- 09:28 6 Adar 2025
- Ji Pênûsa Jinan
"Bi hezaran çîrok û serpêhatiyên bi têkoşînê tacîdar bûne li rêwitiya penaberiyê de hate nivîsîn. Dema qala Wargeha Mexmûrê tê kirin di hizir û bîra microvan de têkoşîna jinê zindî dibe."
Roza Mara
Rojhilata Navîn çavkanî û koka destpêk û hebûna mirovahiyê ye. Di Rojhilata Navîn de mirov dikare xwe bigihîne rastiya heyîn û hebûna hertiştî. Kurdistan jî yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku hertim li hember desthilatdariyê bûye dergûşa têkoşîn û berxwedanê. Jixwe dema peyva berxwedan û têkoşîn tê gotin yekser di hişê mirov de deşt, çiya, av, çem, robar bi kurtasî xaka Kurdistanê zindî dibe. Kesek tenê dilopek jî av ji kaniyên vê xakê vexwaribe û di demarên wan de hestên welatheziyê derbas bibe, baş dizane têkoşîn û berxwedan çiye, li ser vê xakê çi wateya wê heye û çiqas girîng e.
Her kevir û bostek xaka vî welatî bûye şahidê têkoşîna Xwedawendan a li beramberî zîhniyeta koledar a di her serdemê de xwestiye jinê bike kole û bi kolekirina jinê re kolekirina civakê pêk bîne. Her darek a vî welatî xwe li ber bayê jinên têkoşer hejandiye ku sedsal jî derbas bibin wê bihejin. Mîras û çanda Xwedawendan ku ji jinên Kurd re hêlayîn tu sînoran nasnake û her çendî bi kîlometreyan ji şonpiyên wan dûr bikevin jî, her çendî têlên sînoran li navbera wan û xaka wan de hebin jî, cardin ev çanda têkoşînê li her cihên ku lê ne diçînin û konê berxwedanê divedin.
Yek ji wan cihên ku konê têkoşînê lê hatine danîn Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. Gava mirov dîroka jinên Wargeha Mexmûrê veke û li wan rûpelên di penaberiyê de hatine nivîsîn binêrin wê şopên berxwedan û têkoşînê bibînin. Di dîroka 30 salan de bi sedan Xwedawend dest avêtine pênûsa têkoşînê û li ser rûpelên dîrokê dest bi nivîsandina çîrokên têkoşîn û berxwedanê kirine.
Bi hezaran çîrok û serpêhatiyên bi têkoşînê tacîdar bûne li rêwitiya penaberiyê de hate nivîsîn. Dema qala Wargeha Mexmûrê tê kirin di hizir û bîra microvan de têkoşîna jinê zindî dibe. Jinan herî zêde di vî warê berxwedanê de hem li beramberî zîhniyeta serdest hem li beramberî dagirkeriya li ser xak û warên wan hatiye kirin û li hember penaberiya dirêj a 30 salan ji welatê xwe dûr têkoşîn dikin. Li vî warî ne tenê ji tunebûnê hebûn afirandin, heman demê de civaka dixwest bê kolekirin bi rêxistinkirina çanda Xwedawend Îştar ronî dikir û ew perda reş a ku bi destê xwînmij û xwefiroşan li ser vî gelê hatî pêçan qetandin. Dema mirov qala jinên Mexmûrê dike di turikê mirov de peyv peyda nabin ji bo ku pesnê sekin û îradeya wan bide.
Têkoşîn û berxwedana jinên wargeha Mexmûrê ji jinên Kurd yên her çar aliyên Kurdistanê re bûye mînak. Li beramberî her cure şerê derûnî û şerê taybet ku armanca şikandina têkoşîna jinê bû, jinan bi hêrs û înada ji jinên şerker yên ku ti caran serî ne tewandine û her kêlî têkoşînê bilindkirine, rawestiyane.