![](/staticfiles/news/251235/2025/02/11/823x463cc-van-11-02-25-abdullah-zeydan-ceza-tepki-sosin-oktay-manset.jpg)
Xelkê Wanê: Em biryara ku hatî dayîn qebûlnakin!
- 14:45 11 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Jinên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bûn, bertekên xwe li hemberî ceza dayîna Hevşaredar Abdullah Zeydan anîn ziman û gotin: "Em biryara ku hatî dayîn nasnakin û em ê berxwedana xwe bidomînin."
Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 6 meh cezayê hefsê da Abdullah Zeydan. Bi cezayê re gel li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bertekên xwe anîn ziman.
Jinên ku li ber şaredariyê kom bûn derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
Rojbîn Bor, derbarê cezayê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Biryara ku hatî dayîn ne hiqûqî ye siyasî ye. Biryareke keyfîye û jor hatiye dayîn. Lê em niha dibînin ku li vir xwedî derketineke bi xurt heye. Çawa ku di 2'yê Nîsanê de dema mazbata hat xespkirin û berxwedanek derket holê û dê niha jî berxwedanek wisa bê dayîn. Refleks û hesra gel îro jî li holê ye. Heke di qeyûmê de israr bikin û em ê jî di berxwedanê de bi israr bikin. Em qeyûman nas nakin. Vîna gel Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal e. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
Bêrîvan Budakbey, destnîşan kir ku biryara ku hatî dayîn ne girîng e û wiha bi lêv kir: "Tayînkirina qeyûm a li hemberî vîna gel nayê qebûlkirin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vîna xwe derkivin. Bi taybetî em bang li siyasetmedaran dikin û divê bertekên xurt nîşan bidin. Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal hevşaredarên me ne."
Sosin Oktay, jî wekî jinên din bertekên xwe anîn ziman û got: "Abdullah Zeydan ne tenê hevşaredar e di heman demê de rûmeta me ye. Dosyayeke derewin amade kirin û ceza dan. Em qebûl nakin. Bila dawî li zilma ku bi salane pêk tînin bînin. Ev yek tê wateya nenaskirina kurd e. Nikarin mafê me ji me bigirin. Mesele ne deng dayîn e ji wedetir e."