Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (11)
- 09:06 11 Sibat 2025
- Dosya
Jina Abdullah Ocalan dîtiye: Em ê bi felsefeya Rêbertî re bin
QAMIŞLO - Dayika du pakrewanan Şaziya Îbrahim a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye diyar kir ku dîtina Abdullah Ocalan ji bo wê wekî xewnekê bûye. Şaziye Demîr di heman demê de bal bir ser gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de û wiha got:"Serokatî wê demê digot jina zane civaka zane ye û jineke kole jî civakekê kole dike. Digot dayik felsefe, jiyan û dibistan e. Digot jin jiyanê diafirîne. Mirov dinya di çavên Rêber Apo de didît. Heta em sax bin em ê bi felsefeya Rêbertî re bin."
Şaziya Îbrahim a ku di heman demê de du birayên wê pakrewan e û 3 sal û nîvan jî di Saziya Malbatên Şehîdan de kar kiriye derbarê hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nirxandin kir. Şaziya Îbrahim bal bir ser hûrguliyên hevdîtinê û gotinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan.
Di vê beşa dosyaya me de Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava Şaziye Îbrahîm behsa pêvajoya hevdîtina bi Abdullah Ocalan û tiştên ku di encama fikrên Abdullah Ocalan de di jiyana wê de guherî kir.
'Dîtina Rêberê me ji bo me her tim wekî xewnekê bû'
Şaziya Îbrahim di destpêkê de da zanîn wê her tim xwestiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne û wiha got:"Gelek hevalên me yên ku felsefeya Rêbertî nas kirine û bi salan li berxwe dane şehîd ketine. Em di destpêkê de wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em doz û têkoşîna Rêberê xwe jî silav dikin. Dîtina Rêberê me ji bo me her tim wekî xewn û xeyalekê bû. Dîtina Serokê min bi şev û roj dihat bîra min. Wê demê em di nava karê cebhewî de bûn. Rêberê me dibêje, ‘ Tu mala xwe gundê xwe çênekê tu nikarî mal û gundên der û dora xwe çêbikê.’ Loma divê mirov ji mala xwe dest pê bike."
Hevdîtina ewil
Şaziya Îbrahim bal bir ser destpêka hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Wê rojê ez li ser kar bûm. Hevalan ba min kirin. Gotin, ‘Tu li ku yî?’ Min got, ‘Ez li gundê şehîd Arîn Mîrkan im.’ Wan jî gotin hema yadê were em ê herin cihekî. Dema min pirsa em ê herin ku dere kir bersiva min nedan. Di 15’ê Tebaxa 1991’ê gelek kes hatin Qempa Mahsûn Korkmaz. Wê demê em jî bi gel re hatin. Birayê min ê niha şehîd jî hatibû. Serokatî bi şev saet derdorê yekê bû hat. Serokê me axivî. Dayikek ji Kobanê dayike şehîd Omer pirsek ji Serokatî ir. Got, ‘Rêberê min hinek dibêjin hinekê bikin hinekê bixwin.’ Rêberê me jî got,’Dayê tu çawa dibînî?’ Dayikê jî got, ‘Ez naxwazim ked û emega te û yên zarokê me xelk bixwin.’ Serokatî jî got, ‘Dayê Kurdistan ava vî hemû gelî ye. Hema xwarin û nexwarin di destên ên wekî de ye. Yên ku ji bo vî welatî kedekê bidin wê bixwin ên nedin jî wê destûrê ji yên wekî te bixwazin. ’ "
'Min mêrtî di şexsê xwe de kuştiye'
Şaziya Îbrahim di dewamiya axaftina xwe de wiha behsa diyaloga di navbera xwe û ya Abdullah Ocalan de kir:"Dema bû sibehê birayê min û du hevalan gotin em ê herin Rêber Apo bibînin. Min jî got heger hûn herin ez ê jî bi we re bêm. Keça birayê min navê wê Rûken e. Ew jî bi min re bû. Wê demê em çûn cem Rêber Apo. Dema em çûn Rêber Apo li ber tewlê rûniştibû. Rabû me pêşwazî kir. Got hûn hatine dewrê. Hevalan got erê. Wî jî got hûn hatine yên siyasî yan leşkerî bistînin. Hevalan jî got em herduyan jî distînin. Wî jî got hûn dizanin çend heyv in. Hevalan jî gotin erê. Sê meh û nîv leşkerî ye sê meh û nîv jî siyasî ye. Rêber got belê baş e. Piştre ji min re got le tu ? Min jî got Serokê min ma ev kampa qey ne tenê milkê bavê mêran e. Min got ez ê jî wekî hevalan tevli bibim. Rêberê min got erê ne milkê bavê mêra ye lê milkê bavê jina ye. Ez bi taybet li ser mijara jinan dixebitim. Vê carê got çend zarokên te hene min jî got şeş. Serokê min got zarokên te li malê û tu li vir nabe. Min jî got dayika min li wan dinêre. Wî jî got zarokên xwe tu bi terbiyeke şoreşgerî mezin bike. Got şoreşgerî tenê ne bi çekê ye. Pişte re me xatir xwest û em derketin. Lê berî em derkevin Serokatî got min mêrtî di şexsê xwe de kuştiye. Lê hemû mêran wiha nekirine. Mêr jinan wekî alaveke xizmetê dibînin. Mêr dibêjin bila jin tenê di mexbetê de bin û zaroka bînin."
'Kurdistan wê li ser milê jina zane bê çêkirin'
Şaziya Îbrahim bal bir ser gotinên Abdullah Ocalan ên li ser jinê û wiha pê de çû:"Piştî vê hevdîtinê ez dîsa gelekî fikirîm. Min got rast e divê wekî Rêbertî dibêje ez karên şoreşgerî bikim. Bi qasî ku me dikarî me ev karên şoreşgerî dikir. Di sala 1996’an de jî li derveyî Helebê min Serokatî dît. Wê demê jî Serokatî axaftina xwe li ser jinê dikir. Serokatî wê demê digot jina zane civaka zane ye û jineke kole jî civakekê kole dike. Digot dayik felsefe, jiyan û dibistan e. Digot jin jiyanê diafirîne. Ez jî dibêjim jineke xwe pêş nexe nikare civakê jî pêş bixe. Di kêliya em dikira derketina Serokatî got, 'Kurdistan wê li ser milê jina zane û mêrê demokrat bê çêkirin. Kurdistana tenê bi destên mêran pelçiqî ye.' Em dema vegeriyan malê jî heta ji destên me dihat em di nava gel de bûn. Mirov dinya di çavên Rêber Apo de didît. Heta em sax bin em ê bi felsefeya Rêbertî re bin."
'Em bi şehîd û Serokê xwe girêdayîne'
Şaziya Îbrahim di heman demê de bal bir ser koçberiya li ji Efrîn û Şehbayê û wiha dewam kir:"Me li Efrînê 58 rojan li berxwe dan. Piştre bi koçberiya darê zorê em hatin Şehbayê. Me gelek zehmetî dît. Em di binê konan de man. Zivistanî sar û havînî jî germ bû. Piştî demekê jî dîsa bi darê zorê me ji Şehbayê koç kir. Lê belê koçberiya duyem hîn zor bû. Wexta em ji Şehbayê derdiketin çeteyên li wir heqaret li me dikirin. Ji me re digotin hûn xenzîr in. Hûn ê herin hinda xenzîra. Em hêvî dikin tiştên li Efrînê bûne li cihê dinê nebe. Lê belê tevî van zehmetiyan em li ser soza xwe ne. Em bi şehîd û Serokê xwe girêdayîne."
'Dem dema azadiya Rêber Apo ye'
Şaziya Îbrahim da zanîn ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çi ji destên wan bê ew ê bikin û wiha bi dawî kir:"Me gelek caran di 15’ê Sibatê de jî li kolanan dengê xwe bilind kiriye û em qêriyane. Me 15’ê Sibatê şermezar kirine. Lê şermezarî tenê têrê nakê. Niha dem dema azadiya Rêber Apo ye. Em bi lez destên xwe bidin hevdu. Em azadiya Rêberê xwe li her derê bixwazin. Em tenê nexwazin em misoger bikin. Yên ku gelan ji zilm û zorê xelas bike Rêber Apo ye. We çima Rêber Apo êsîr girtiye? Em vê tecrîd û êsîrtiyê qebûl nakin. Şev û roj li ku bê xwestin em ê li wir bin. Em ê her tim azadiya Rêberê xwe bixwazin. Azadî nêz e. Înşallah wê herêmên dagirkirî Girê Spî, Serê Kanî û Efrîn jî bê rizgarkirin."