![](/staticfiles/news/251206/2025/02/11/823x463cc-van-11-02-25-15subata-iliskin-rop-manset.jpg)
Felsefeya 'Jin jiyan azadî' ji bo azadiyê bû nexşerêyek
- 09:04 11 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Rêvebera DBP'ê Zîlan Kaplan, bal kişand ser felsefeya "Jin, jiyan, azadî" û got: "Felsefeya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hat pêşxistin ji bo azadiya jinê bû nexşerêyek. Ev felsefe li dijî her cûre zextên dewlet û civakê yê."
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 26’emîn de ye. Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1988’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi paradîgmaya azadiyê Abdullah Ocalan felsefeya "Jin jiyan azadî" pêş xist. Ev felsefe niha di tevahiya cîhanê deng da,
Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Zîlan Kaplan derbarê komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bandora wê ya li ser jinan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
'Muxalefet jî wek îktîdarê sûcdar e'
Zîlan Kaplan, diyar kir ku tecrîd niha ne tenê li Îmraliyê li hemberî tevahiya welat belavbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Muxalefeta ku xwe wekî wekhev û bi edalet nîşan dide, tenê di nav hewldana bihiqûqî û bêedaletiyê de ne û wek sê meymûnan tevdigere. Dema qala tecrîdê tê kirin xwe bêdeng dike, nabîne û nabhise. Di rewşek wisa de tevdigere. Ji xwe îktîdar muxalefetê anî ser wê rewşê. Îktîdar qalkirin tecrîdê wek propagandaya rêxistinê girt dest û muxalefet jî ji vê yekê tirsiya. Muxalefet li ber xwe neda. Ji ber vê yekê niha tecrîd belavî tevahiya wekat bûye, çend sûcê îktîdarê hebe jî sûcê muxalefetê jî heye."
'Têkoşîna Birêz Ocalan têkoşîna me ye'
Zilan Kaplan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser komploya navneteweyî: "Di 9'ê Cotmehê 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de komplo hat temamkirin. Ev komplo ne tenê li hemberî şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pê hat. Komplo li hemberî têkoşîna azadiya Gelê Kurd, bi taybetî jî li hemberî jinên kurd pêk hat. Ji ber ku paradîgmaya ku Birêz Ocalan pêş xist azadiya jinan esas girt û li dijî zîhniyeta serdest a mêr derket. Paradîgma jinê wek kirdê girt dest. Komplo ji bo jinan nebû hilweşandin, bû pêvajoya zanebûn û berxwedanê. Jinên kurd kurd got 'Têkoşîna Birêz Ocalan têkoşîna me ye'. Hem di qada siyasî de û hem jî di qada jiyanê xwe xwe bi rêxistin kir."
'Heta azadiyê têkoşîn'
Zîlan Kaplan, daxuyand ku îro jinên kurd ne tenê li Kurdistanê li herderê cîhanê pêşengtiya rêxistinên jinan dike û wiha bi lêv kir: "Jinên kurd bi hêzek mezin xwedî li fikrên Birêz Abdullah Ocalan derketin. Bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hewl dan ku fikrên Birêz Ocalan dîl bigirin û Gelê Kurd û jinên kurd ji holê rakin. Lê belê Gelê Kurd û jinên kurd bi têkoşînê li dijî tunekirinê derketin. Azadî ruh e û têkoşîn e. Nikarin di nav 4 dîwaran de heps bikin. Nikarin jinên kurd û Gelê Kurd bêdeng bikin û têkoşînê têk bibin. Jinên kurd dê heta azadiya Birêz Ocalan pêk bînin û ji bo azadiya jinan a di her qadên jiyanê de pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin. "
'Li hemberî birdoziya azadiyê tecrîd'
Rêvebera DBP'ê Zîlan Kaplan, wiha behsa bandora tecrîdê kir: "Tecrîda 26 salan ne tenê îzolasyona fîzîkî ye, di heman demê de îzolasyona fikrên azadiyê ye. Felsefeya 'Jin jiyan azadî' ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hat pêşxistin ji bo jinan bû nexşerêyek. Ew felsefe ji bo azadiya jinan a li dijî zextên dewlet û civakê ye. Ew felsefe bû sedem ku jin pêşengtiya civakê bikin. Di vir de tecrîd dikeve meriyetê û li hemberî bîrdoziya azadiya civakê dibe asteng."
'Ne tenê azadiya Birêz Ocalan azadiya jinan jî tê daxwazkirin'
Zîlan Kaplan, diyar kir ki çalakiyên ku di 15'ê Sibatê de tên lidarxistin ji bo azadiya Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 15'ê Sibatê de ne tenê azadiya Birêz Ocalan, azadiya jinan tê daxwazkirin. Her roja ku derbas dibe li tevahiya cîhanê têkoşîna jinan a ji bo azadiyê mezin dibe."