Rojnameger Benedetta Rossî: Derseke ku Rojava fêrî cîhanê bike heye!

  • 09:04 14 Kanûn 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger Benedetta Rossî ya di heyeta navneteweyî de cih girt, ji bo desthilatdariya ku tecrîdê ranake û bangan dike got ‘bi gotinan tu tişt naçe serî’. Benedetta bang li qada navneteweyî kir û got: “Zindîiştina Rojava û tecrubeya wan ya bi salane didome, girînge. Ji ber derseke ku Rojava fêrî cîhanê bike heye.”
 
Heyeteke navnetwseyî di 3’ê Kanûnê de ji bo serlêdana hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  re hat Enqereyê. Rojnameger Benedetta Rossî ya di heyetê de cih digirt, çavdêriyên xwe ragîhand û balkişand ser girîngiya rola Abdullah Ocalan a di şerê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê didome de.
 
‘Divê pêvajoya aştiyê de nêrîna Birêz Ocalan esas bê girtin’
 
Benedetta Rossî daxuyakirin ku hemû bala rayagiştî li ser destpêkirina pêvajoya aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan e û got: “Ji ber vê serdana me ya Tirkiyeyê girîng e. Rewş êdî pir tevlihv e. Ji ber vê jî hewceye ku li dijî pêvajoyê divê em eleqeya qada navneteweyî zindî bihêlin. Em li Stenbolê bi parêzerên Abdullah Ocalan re hatin gel hev. Me derbarê tecrîd û hevdîtina dawî de nirxandin kirin. Me nîqaş kir ku di pêvajoyeke aştiyê ya nû de nêrîna Abdullah Ocalan çiqas girîng e.”
 
Her kes ji bo wî hewl dide
 
Benedetta Rossî diyar kir ku piştî serdana Stenbolê, çûne Enqereyê, ji wezareta dadê daxwaza hevdîtina Îmraliyê kirine, her wiha bi parlamenterên DEM Partiyê re hevdîtin kirine. Benedetta Rossî wiha dirêjî dayê: “Nêrîna wan pir girînge. Me têkilî û diyalog pêş xist. Li gorî çavdêriyên min ger di qada navneteweyî de her kes tevli pêvajoyê bibe wê çareseriyek pêkan be.”
 
‘Du girîngiyên mafê hêviyê hene’
 
Benedetta Rossî di berdewamiyê de wiha got: “Du sedemên girîng yên pêkanîna mafê hêviyê heye. Ya ewil; wek mirov hêvîkirin girîng e. Me pir behsa mafê hêviyê yÊ Birêz Ocalan kir. Ji ber mirovek heta dawî di heman şertan de girtin, tê wateya ji mafan bêpar hiştinê. Ya duyemîn jî hevdîtinin. Pêkhatina hevdîtinê ye. Ev hem ji bo Birêz Ocalan hem ji bo mafê hêviyê zindî bê hiştin girîng e.”
 
‘Bi gotinan tu tişt biser nakeve’
 
Benedetta Rossî her wiha ev tişt anî ziman: “Destilatdariya Tirkiyeyê li aliyekî bangan dike li aliyê din hevdîtinan qedexe dike. Hikûmeta Tirk du pêlavên ji hev cuda dike lingê xwe û dibêje wê wisa li ser piyan bimîne. Belkî hewldana wan tiştekî rast afirandine lê dema em dinêrin tiştek neguheriye. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê nîşan dide.Desthilatdarî radibe tiştekî dibêje. Lê bi gotinan tu tişt bi ser nakeve. Tevger tüne ye.”
 
‘Dersa ku Rojava fêrî cîhanê bike heye’
 
Benedetta Rossî balkişand ser  şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha got: “Şer ji tecrîdê serbixwe nîne. Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya niha di bin tehdîdê ye, ji bo herêmê hêviye. Ev ji bo Rojhilata Navîn pergalek raste lê bi giştî ev ji bo rejîma şerê global dikare bibe hêvî. Ji ber vê jî divê zindî hiştina Rojava û tecrubeya wê girînge. Ji ber riya alternatîfê vedibêje. Dersa ku Rojava fêrî cîhanê bike heye. Bêguman azadiya Birêz Ocalan girînge, ji ber dikare ji pêvajoyê re lîderiyê bike.”
 
‘Divê em zextan bikin û dakevin kolanan
 
Benedetta Rossî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bertekên qada navneteweyî û wiha got: “Civaka navneteweyî her çiqas wekê ku guhdar nake bê dîtin jî divê em her roj behsa vê bikin, bişopînin û têbikoşin. Divê em zextan bikin û dakevin kolanan. Ji ber bal bê kişandin hewldanek hepar heye. Em naxwazin Rojav tune bibe. Em ê ji bo vê têbikoşin, xebatên xwe bimeşînin.”