‘Ciwan di xizaniyek mezin de ne’

  • 18:49 13 Kanûn 2024
  • Ramyarî
ENQERE- Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin de rbarê butçeya Wezareta Ciwan û Sporê de axivî û da zanîn ku li meclîsê butçeyek ku ciwan tê de tuneye hatiye amadekirin. Berîtan Guneş Altin da zanîn ku li gorî sala borî ji sedî 1.45 butçeya ciwanan şûnde ketiye.
 
Hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butçey aRêveberiya Navendî ya sala 2025’an  ya bi îmzeya serokomariyê pêşkêşî meclîsê hat kirin didome. Butçeya Wezareta Parastin, Wezareta Ciwan û Sporê, Çand û Turîzmê didome.  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin der barê butçeya ciwan û sporê de axivî.
 
Berîtan Guneş Altin da zanîn ku ciwanên birçî diçi ndibistanê û bi her cureyê newekhevî, zayendperestî û qirkirnê re tên rû hev û tevî vê li ser navê wan butçe tê amadekirin û got: “Butçeya navendî ji sedî 44,6 zêde dibe û ya ciwanan bi rêjeya 1.45 kêm dibe. Ev ne tesadufe.Divê jib o ciwanan wezretek xweser bê avakirin û butçeyek bê veqetandin. Di qada sporê de polîtîkayên zayendperest hene. Jin di vê butçeyê de tune ne. Di encama van poLîtîkayan de jin betal dimînin. Ji sedî 82’ê jinên ciwan bi newekheviya zayendî re tên rû hev.”
 
Berîtan Guneş Altin balkişan dser rewş aciwanan û her wiha bursa ku wek 3 hezar ji bo ciwanan hatiye veqetandin jî wiha got: “Sê hezar TL ji bo bursa ciwanan hatiye diyarkirin. Wek tiştekî baş hatiye kirin vê tînin ziman. Bi vî pereyî ciwan nikarin kahweyê vexwin, xwarinê bixwin, cilan li xwe bikin. Ciwan xizaniyek mezin dijîn. Em ê li dijî vê butçeyê têbikoşin. Heta ku ev butçe bibe butçeya me hemûyan em ê têbikoşin.”