11 kes hatin girtin
- 17:49 17 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL- Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de 11 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de di 13’ê cotmehê de li Stenbol û Mersînê bi ser malan de hat girtin, nav de siyasetmedar û parêzvanên maf jî heye 17 kes hatibûn binçavkirin. Yên li Mersînê hatin binçavkirin birin Stenbolê û 17 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ sewqê Dadgreiya Ceza Sulh a nobedar hat kirin. Dadgeriyê der barê 11 kesî de biryara girtinê da û 6 kes jî bi şerta kontrola edlî berdan.