Bi munasebeta 8'ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin

  • 16:21 10 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên jin û çalakvanên mafên mirovan di civînekê de li Qamişloyê zagona malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotûbêj kir.
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Komeleya Sawîşka, bi dirûşma “Jin li Rojhilata Navîn” bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civînek li dar xist.
 
Civîn li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, Komîteya Têkiliyên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ermen û Meclisa Sûriyeya Demokratîk hate lidarxistin.
 
Di civînê de sînevizyonek der barê dîroka jinan û xebat û çalakiyên Rêxistina Sara de hate nîşandan.
 
Mijara yekemîn a civînê bi moderatoriya rêvebera Rêxistinê Sara Arzo Temo hate pêşkêşkirin. Sara Arzo Temo bi kurtî li ser sedemên diyarkirina roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê axivî. Her wiha zagona malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin.
 
Sara Arzo Temo da zanîn ku ev zagon jinan ji tundiyê diparêze û bûye mertal ji bo parastina jinan. Her wiha sedemên guhertina navê Zagona Jinan bo Zagona Malbatê şîrove jî kir û got: "Di Zagona Malbatê de xal û bendên ji bo hesabpirsîna kesên tundiya li ser jinan pêk tînin hene, her wiha yên der barê pirjinî û zewaca biçûkan jî qedexe dike hene.”
 
Mijara duyemîn a civînê bi moderatoriya endama Komeleya Sawîşka Îbtîsal El Hesen hate gotûbêjkirin. Îbtîsalê bal kişand ser armanc û erkên komeleyê.
 
Di civînê de her wiha li ser mijarên girêdayî vê qadê hatin gotûbêjkirin.