Ji Emerîkaya Latîn piştgiriya ji bo şoreşa jinê ya li Kurdistanê

  • 15:15 10 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hefteya borî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji gelek bajarên Emerîkaya Latîn jin daketin kolanan û li dijî êrişên li ser Şoreşa Jinê û Kurdistanê dengê xwe bilind kirin.
 
Jinên li Emerîkaya Latîn ruhê xwe yê têkoşînê car din nîşan dan û piştgirî dan berxwedana jinê ya li Kurdistanê.
 
Li bajarên Buenos Aires û La Plata yên Arjantînê, bajarên Bogota û Medellin ên Kolombiyayê, herêmên Santiago û Vinya del Mar ên Şîlî’yê, paytexta Uruguay Montevideo û bajarê San Cristobal ên Meksîkayê mîtîng hatin lidarxistin û belavokên ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurdistanê ve hatine amadekirin, bi girseyan re hatin parvekirin.
 
Jinên ji Abya Yala piştevaniya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê tenê bi çalakiyan sînordar nehiştin, bi rêbazên cuda jî diyar kirin. Di vê çarçoveyê de bi armanca înformasyonê semîner û kon danîn û xebatên ji bo agahdarkirina gel hatin meşandin.
 
Li paytexta Kolombiya Bogotayê bi sernavê ‘Rengê Şoreşa Jinê ya Kurdistanê û Bandora wê ya li Jinên Cîhanê’ semîner hem li Zanîngeha Bogota hem jî li taxa San Cristobal hatin dayîn.
 
Li bajarê San Cristobal ê Meksîkayê jî koneke înformasyonê hate danîn ku têde materyalên têkildarî Şoreşa Jinê ya Kurdistanê hatin belavkirin.
 
Li Şîlî’yê li ser Konfederalîzma Demokratîk semîner hatin dayîn û berxwedana jinan û şêwazê rêxistina wan, hate nîqaşkirin.