Hevşaredaran 8'ê Adarê li karmendên jin pîroz kir

  • 12:02 7 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li ber deriyê avahiya şaredariyê pêşwazî li karmendên jin kirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.
 
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, 8'ê Adarê ya karmendên şaredariyê pîroz kir. Hevşaredar, sibehê li ber deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin pêşwazî li karmendên ku dest bi kar kirin, kir. Hevşaredar, ji karmendên jin re serkeftinê xwestin û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir.
 
Hevşaredar Bucak û Hatun, pakêtên ku tê de diyariyên curbecur hebûn û ji aliyê Serokatiya Karûbarên Jin û Malbatê ve hatine amadekirin, dan karmendên jin. Hin karmendan jî gul pêşkêşî Hevşaredaran Serra Bucak kirin û spasî wê kirin.
 
'Em bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin'
 
Piştî ku li ber avahiya şaredariyê wêneyek bi kom hate kişandin, Hevşaredar Serra Bucak der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de axivî. Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser mîtînga ku dê di 8'ê Adarê de li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin û got, "Em dev ji jiyanên xwe yên ku me bi têkoşîna xwe ya rêxistinî bi dest xistine, mafên xwe û daxwaza aştiyê ya bi rûmet bernadin û me dev jê berneda. De werin jinên hêja, em sibê ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi hev re saet 11:00'an li Meydana Îstasyonê bicivin. Bi dirûşma 'Jin berxwedanê rêxistin dikin, jin têkoşîna jinan mezin dikin; jin li dijî qirkirina jinan serhildanê rêxistin dikin' em di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bicivin. Roja Jinên Karker ên Cîhanê li we pîroz be."
 
Di pêşwaziyê de, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, serokên daîreyên jin û endamên meclisê jî li gel Hevşaredaran bûn.