Hevşaredar Bêrîvan Sîncar salvegera JIN TV'yê pîroz kir

  • 11:49 7 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi munasebeta 8'emîn salvegera JIN TV û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî peyamek weşand. Di peyama xwe de ji xebatkarên JIN TV’ê re serkeftin xwest û 8’ê Adarê li wan pîroz kir. 
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi munasebeta 8'emîn salvegera JIN TV’yê peyamek weşand. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar  da zanîn ku JIN TV di warê jiyaneke azad û wekhev de xwedî nasnameya jinê û kedek e bêhempa ye. 
 
'JIN TV xwedî nasnameya jinê û kedek e bêhempa ye'
 
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "JIN TV  li seranserê cîhanê weşanê dike. Ev ji bo jinên kurd destkeftiyek e mezin e ku xebatkarên kanala JIN TV’yê tev ji jinan pêk tê. Di warê jiyanek e azad û wekhev de xwedî nasnameya jinê û kedek  bêhempa ye. Bi têkoşîna demokrasiyê, mafê jinan û tevahî mirovan re, xwedî vînek e şahaser e. Dengê jinên ku hatibû qutkirin, îro ji nû ve halan dide xwe û di warê çapemeniya azad de, bi kedek e mezin û dîrokî tê ragihandin. Bi van fikr û ramanan ez 8’emîn salvegera JIN TV'yê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî li xebatkarên JIN TV’yê pîroz dikim û serkeftinê dixwazim."