
Ji bo girtiyên jin qert hatin amadekirin
- 21:57 4 Adar 2025
- Rojane
AMED - TUAY-DER’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin qert û pirtûk amade kirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin amadekariya şandina qert û pirtûkan kirin. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray, , Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan tevli bernameyê bûn.
Her wiha ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî name hatin nivîsin.