
‘Jin bi piştevaniyê dikarin civaka azad ava bikin’
- 20:40 4 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Helebê di civîna xwe de bal kişand ser rola jinan ya di avakirina civakan de û têkoşîna li dijî koletî û hişmendiya baviksalarî û wiha hate gotin: “Jin bi piştevaniyê xwe dikarin civakeke azad, siyasî û demokratîk ava bikin.”
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star a Helebê civînek bi dirûşma "Bi feslefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li dar xist.
Civîn li salona Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan jinên ji Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Hêvîn Mûsa di civînê de axivî û bal kişand li ser têkoşerên jin. Hêvîn Mûsa got: "Em hewl didin jinan ji hemû pêkhate, çand û olan kom bikin da ku têkilî û girêdana di navbera wan de xurt bibin.Jin bi yekbûn û hevgirtina xwe dikarin civakeke azad, siyasî û demokratîk ava bikin. Di Sûriyeya pêşerojê de jî divê sîstem demokratîk ve û hemû jin tê de beşdar bin."