Ji hunermendên NÇM’ê konsera 8’ê Adarê

  • 19:37 4 Adar 2025
  • Çand û Huner
STENBOL- NÇM’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de konserek da û jinan eleqeyek mezin nîşan dan.
 
Navenda Çanda Mezpotamyayê (NÇM) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya NÇM’ê ya Beyoglu konser da. Di konserê de hat diyarkirin wê hem 8’ê Adarê hem jî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi coş bê pêşwazîkirin.
 
Hunermend Dîlan Suyu axaftina vekirinê kir û da zanîn ku heta azadiya Abduulah Ocalan wê têkoşîn bidome û got: “Bijî têkoşîna jinan bijî piştevaniya jinan.”
Piştî axaftinê hunremendên Koma Vejîn derketin ser dîkê.