Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hat tehliyekirin

  • 15:38 4 Adar 2025
  • Hiqûq
 
STENBOL - Ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin. 
 
Danişîna ewil a doza parastvana mafên mirovan û ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji bo Nîmet Tanrikulu biryara tehliyeyê da. 
 
Nîmet Tanrikulu, ji 29’ê Mijdara 2024’an ve di girtîgehê de ye.