
Kiryar Oguzhan Yucesoy dîsa nehat girtin
- 15:16 3 Adar 2025
- Hiqûq
ŞIRNEX - Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar Oguzhan Yucesoy ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû, careke din hat redkirin.
Danişîna 2'yemîn a parêzvanê Waliyê Şirnexê Oguzhan Yucesoy ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû li 3'yemîn Dadgehê Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Malbata zaroka bi destdirêjiyê re rû bi rû mabû, Baroyên Amed û Mêrdînê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêxistinên DEM Partî yên navçeyan, Midûriyeta Polîtikayên Jin a Şeredariya Cizîrê jî tev li danişînê bûn.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di danişînê de ewilî kiryar Oguzhan Yucesoy axivî û îdia kir ku wî ew sûc nekiriye. Piştî parastinê derket holê ku bersûc peyamên ku şandinê jê biriye lê peyama mexdûr tenê heye.
Dayika zaroka 15 salî Îpek Çelîkkanat, jî parastin kir û xwest kiryar bê cezakirin.
Piştrê jî parêzerê kiryar parastinê kir. Parêzerên malbatê û endamên baroyên Şirnex û Merdînê jî parastin kirin û daxwaza girtina bersûc kirin. Her wiha parêzeran daxwaza tomarkirina qeydên HTSê û guhdarkirina hevalên dibistanê ya mexdûr û mamosteyên wê kirin.
Piştî parastinan serdozger mutala xwe eşkere kir û xwest kiryar bê girtin.
Piştî mutalayê parêzera kiryar Rahime Yagmur axivî û îdia kir ku rizaya mexdûr hebûye û ew ê derbarê mexdûr de gilî bikin. Li ser vê yekê parêzera mexdûr jî bertek nîşan da û got ku ew ê parêzera kiryar ji Lîjneya Etîk a Baroyan re gilî bikin.
Piştî parastinan şandeya dadgehê navberda û piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgê biryara guhdarkirina heval û mamosteyên mexdûr, tomar kirina qeydên HTS da. Her wiha şandeya dadgehê daxwaza girtina kiryar jî red kir û biryara berdewamiya şertê edlî kontrol da.
Şandeyê danişîn taloqî 28' ê Gulanê kir.
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayin. Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan anî ziman ku ji roja doz hatiye vekirin û heta niha lêkolîneke hiqûqî nehatiyê kirin û got: “Biryara girtina bêrsûcê polîs û parêzvanê Walî heta niha 4 caran daxwaza girtina wî hatiyê red kirin. Îro careke din daxwaza girtinê hat red kirin. Îro jî di vê dozgeriyê de edalet pêknehat. Yên ku li Kurdistanê ji ber siyasî bı hezaran kesan digrin kesên dest dirêjayî zarokeke 15 salî kiriye nagirin. Li Kurdistanê zarok ne di parastinê de ne. Îro biryara ku di vê dadgehê de hat dayîn biryara şerê taybet e. Ew ne biryareke edelet û hiqûqî ye. Heta ku hemû zarok di jiyaneke ewlehî de bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Îpek Çelîkkanat jî têkildarî biryarê axivî û carek din xwest kiryar bê girtin û wiha got: “Derûniya keça min her ku diçe xera dibe. Ji bo wê jî daxwaza me ew e ku di danişîna were de çi hewce bike bila bikin û kiryar bigrin.”
Çi bibû?
Zaroka 15 salî ku rastî dest dirêjayiyê hatibû piştî erdheja 6 Sibatê ya 2023an a navênda wê Mereş bû bi malbata xwe re hatibû cem xizmên xwe yên Şirnexê. Zarok di mehên Hezîran û Tirmeha 2024an de ji aliyê parêzvanê Waliyê Şirnexê Oguzhan Yucesoy vê rastî destdirêjeyiyê hatibû. Derbarê bersûc Oğuzhan Yücesoy vê îdîaname hatibû amade kirin û ji ber îstîsmara zayendî 4 caran girtina wî hatibû xwestin lê nehatibû girtin.