Jin 7’ê Adarê de diçin grevê

  • 19:38 4 Adar 2025
  • Rojane
STENBOL- Komîsyona Jinan a DÎSK’ê çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de wê 7’ê Adarê de grevê pêk bînin. Jinan ji bo grevê bang kirin û gotin: “7’ê Adarê de em daxwazên xwe li qadan bînin gel hev û bi hev re dengê xwe bilind bikin.
 
Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de wê 7’ê Adarê de grevê bikin û bi armanca banga ji bo grevê li MetroHan bi tevlibûna nivîskar,hunermend, akademîsyen û rojnamegeran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li salonê pankara ‘ji bo jiyan bê rawestandin jin diçin grevê’ hat daliqandin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Duyemîn Seroka Konseya Navenda YekitiyaTabîbên Tirk(TTB) Dr. Pinar Saîp, lîstikan Meltem Cumbul û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn.
 
Arzu Çerkezoglu da zanîn kukeda jinê li tu derê nayê dîtin û barê giran li ser milê ijnane û got: “Li kargeriyan, malan, kolanan û qadan divê em bên gel hev û li dijî mexdurbûnê bibin yek. 
 
Em 7’ê Adarê de li qadan bên gel hev û bi hev re dengê xwe bilkind bikin. Ji bo dest polîtîkayên ku keda jinê binpê dike em derkevin grevê.”