Xebatên ji bo mîtîngên 8'ê Adarê didomin

  • 16:31 4 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê tax bi tax, kolan bi kolan didomin. Jinan di xebatan de bal kişandin ser yekitiya jinan a di vê pêvajoyê de û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Di çarçoveya 8 'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Mêrsîn, Edene û Enqerê çalakî hatin lidarxistin û bal kişandin ser yekitiya jinan a di vê pêvajoyê de. 
 
Mêrsîn 
 
Di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mersînê û Platforma Jinan a Mersînê ji jinên girtî re kartên piştgiriyê şandin. Jinên ku li avahiya komeleyê hatin cem hev, beriya şandina kartan daxuyanî dan.
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Şükran Aktaş diyar kir ku di sala 2024'an de li bajar 18 jin hatin qetilkirin û bal kişand ku divê dev ji gotin û polîtîkayên neyînî yên li dijî jinan bê berdan. Şûkran Aktaş bal kişand ser çalakiyên ji aliyê jinan ve tên lidarxistin û ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a di 8'ê Adarê saet di 19:30 de li kolana Kûşîmoto bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
 
Jinan piştî axaftinan ji postexaneyê kart ji jinên dîlgirtî re şandin.
 
Edene 
 
Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) Nûnertiya Herêma Edeneyê li Parka Sîsîlî daxuyanî da. Sekretera DÎSK Genel-Îş Şaxê Edeneyê ya Hejmar 2 Kadriye Erbîl daxuyanî da û diyar kir ku weke karkerên DÎSK'ê ew ê di 7 'ê Adarê de ji bo jiyaneke însanî û heqdestê xwe di grevê de bin û wiha got: "Ji bo rawestandina jiyanê em di 7'ê Adarê de di grevê de ne. Weke jin em li keda xwe xwedî derkevin! Em têkoşîna xwe ya ji bo heqdesta wekhev a ji bo karê wekhev, têkoşîna li dijî kuştina jinan û şîdetê, pêkanîna Peymana Stenbolê, erêkirina Peymana ILO ya bi hejmara 190 û bicihanîna polîtîkayên civakî yên cemaweriyê ku wê barê girîngiyê bide jinan, bilind dikin."
 
Enqere 
  
Platforma Jinan a Şaxên KESK'ê yên Enqereyê bi sernavê "Em têkoşîna ked û azadiyê ya li dijî sînorên bi serdestiya mêr û kedxwariya kapîtalîst mezin dikin" li Şaxa Zanîngehan a Hejmar 5'an a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretera Jinê ya Haber-SEN Şaxê Hejmara 2’emîn a Haber-SEN'ê Gulkiz Atmaca da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi îlankirina sala 2025'an re dixwaze jinan weke 'Sala Malbatê' di malê de bihêle.
 
Gulkiz Atmaca diyar kir ku ev polîtîka dê jinan di heman demê de di bazara kar a tam-demî de jî bavêje pozîsyona "navîn"ê û wiha got: "Bi texmîna ku jin ji ber karên xwe yên malê û xwedîkirina zarokan nikarin tam demî bixebitin, dê wan ber bi karên kêm-heqdest, nerehet ve bibe. Ev rewş wê newekheviya zayendî û xizaniya jinê hîn bêhtir kûr bike û di nava malê de rê li ber zêdebûna şîdet û zordariya li jinê veke. Ji bo têkoşîna me ya ji bo wekhevî, wekhevî, azadî û kedê girîngiyeke mezin e ku em daxwaza dê-bavbûnê, xizmetên cemaweriyê, kreşan, destûra şîrê şîr, daxistinên veguhastina giştî, mafên tenduristiyê, tevî tenduristiya ji nû ve hilberînê bikin. Li dijî polîtîkayên ku rêya malê nîşanî me didin, em têkoşîna xwe ya welatîbûna wekhev û azadiyê li qadan, kolanan, qadên kar û qadên cemaweriyê mezin dikin."
 
Gulkiz Atmaca bang li hemû jinan kir ku di 8 'ê Adarê de li Meydana Kolejê beşdarî çalakiyê bibin.