Di civînên gel de ji bo mîtînga Strasbourgê bang

  • 21:59 9 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NûÇEYAN-Nûnera KNK Nîlufer Koç a ku beşdarî civîna li Freiburgê bû, diyar kir ku meş û mîtînga 15’ê Sibata ya li Strasbourgê pêk were krîtîk e û got: “Bi şikandina tecrîda 26 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, wê pêvajoya azadiyê destpê bike.”
 
Meclîsa Jinê ya Nûda ve û Meclîsa Gel a Freiburgê bi beşdariya gelek kesan li bajarê Freiburg ê Elmanyayê civîna gel li dar xistin. Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, siyasetmedar Mûsa Farisogûllari û gelek Kurdistanî û dostên Kurdan beşdarî civînê bûn.
 
Civîna gel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Nîlufer Koç li ser dîroka nêz a Kurdistanê nirxandinên girîng kir. Nîlufer Koç anî ziman gelê Kurd ji ber nasnameya xwe bi zextan re rû bi rû maye. Nîlufer Koç bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û destnîşan kir ku ji ber destê dewleta Tirk lawaz bû çû ber lingê Abdullah Ocalan û xwest ku dewleta Tirk gavên cîdî bavêje.
 
Nîlufer Koç li ser girîngiya meş û mîtînga Strasbourgê ya di 15’ê Sibatê bê lidarxistin rawestiya û anî ziman ku bi şikandina tecrîda 26 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan tê meşandin, wê pêvajoya azadiyê destpê bike.
 
Mûsa Farisogûllari jî li ser pêvajoyê axivî. Farisogûllari diyar kir ku divê têkoşîn were berfirehkirin û gel bi hêzeke mezin beşdarî pêvajoyê bibe.
 
Piştî axaftinan, beşdaran pirsên gel bersivandin. Civîna gel bi peyama xurtkirina yekîtî û têkoşînê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Darmstadt
 
Li bajarê Darmstadt ê Elmayayê civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
 
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, parêzerê Abdullah Ocalan, Omer Guneş û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî civînê bûn. Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û bal kişand ser pergala qirkirin û êşkenceyê ya ku 26 sal in li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu”.
 
Parêzer Omer Guneş jî li ser rewşa Rojava axivî û got: “Rewşa Rojava tenê bi guhertina rejîma Sûriyeyê re ne têkildar e, di heman demê de jinûve avakirina Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.”
 
Di civînê de banga beşdarbûna meş û mîtînga ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin. Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", “Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.