Meşa Dirêj li Reîmsê ye

  • 19:58 9 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa Dirêj ya ji bo ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di roja 20’emîn de berdewam kir.
 
Meşa Dirêj a ji bo 26 rojan ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, di roja 20’an de li bajarê Reims ê Fransayê dewam kir.
 
Kurdistanî û dostên Kurdan Partiya Komunîst a Fransayê li qada Place De Royal (Walîtiyê) a Reimsê bi coşeke mezin meşvanên Meşa Dirêj pêşwazî kirin.Li navenda Reimsê bê navber dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Bijî Serok Apo"," Bijî berxwedana Rojava" û “Biji berxwedana QSD’ê" hatin berzkirin. Meşvanan belavokên têkildarî armanca Meşa Dirêj xwendin û belav kirin.
 
Meşa ku bi coşeke mezin didome li qada Place Arnoyê bi dawî bû. Mehmet Dag li ser navê meşvanan daxuyanî xwend. Dag wiha axivî:"Em dixwazin spasiya gelê xwe û hevrêyên xwe yên Partiya Komunîst a Fransayê dikin. Em hemû pêvajiya dawiyê dişopînin. Rêber Apo bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Rêber Apo 26 sal in di pergala qirkrin û êşkenceyê de tê girtin. Rêber Apo di bin pergala qirkirin û êşkenceyê de berxwedana sedsalan dimeşîne. Rêber Apo çareseriyek dîrokî daniye holê. Em ê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê. Divê gelê Kurd û dostên wan bi hemû hêza xwe li Strasbourgê bi Rêber Apo re bibin.”
 
Meşvanan spasiya beşdaran kirin û her kesî vexwendin civîna gel.