![](/staticfiles/news/73595/2018/01/08/823x463cc-cinsel-istismar-doviz-manset.jpg)
Li bersûcê îstîmara zayendî kir 16 sal û 8 meh ceza hat bîrîn
- 12:44 8 Çile 2018
- Hiqûq
KONYA - Li Konyayê mêrê bi navê A.U. ku li du zarokan îstîsmara zayendî kir bi 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Li Konyayê di adara sala 2017'an de li dibistana orte ya Îmamxetîbê mêrê 59 salî A. U., zarokên xwendekar ên keç ku 13 -14 salî bûn bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibûn. Piştî ku zarokan bûyer ji mamosteyê xwe yê rehber re vegot aşkera bû û derbarê A.U. de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Konyayê derbarê A.U. de îdaname amadekirin û xwest ku ji sûcê 'zarok îstîsmar kirine' bê darizandin.
Di daneşîna dozê ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat kirin de heyeta dadgehê derbarê A.U. de 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê birî.